Zîlan Vejîn: Di PJAK'ê de jin û ciwan pêşengiyê pergala nû dikin

11:56

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya PJAK'ê Zîlan Vejîn di derbarê geşedanên siyasî û encama biryarbûna kongreyê xwe bi ajansa mera parve kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn diyar kir ku ew di pêvajoyek awerte re derbas dibin û got ku, ji ber tevahî cîhan, Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Kurdistanê şerek û têkoşînek dijwar re derbas dibe. Zîlanê da zanîn ku tevahî hêz dixwazin di vî şerî de proje û pîlanên xwe bi jiyanî bikin û wiha got: "Hem partî hem jî dewlet dibe, tev dixwazin di vê pêvajoyê de cih bigre û bibe hêza sereke. Li herêmê ji sala 2001'an de şer heye. Emerîka bi projeya Rojhilata Navîn ya mezin li Îraqê û Efqanîstanê şer da destpêkirin û ji sala 2011'an de çeteyên DAIŞ'ê bi aweyek dijwar êrîşê herêmên rojavayê Kurdistanê dikin. Bi taybet di van herdû salên dawiyê de bi taybet dewleta Îran û Tirkiyeyê bê navber êrîşê xwe li ser Kurdistanê didomînin."

'Dixwazin li Kurdistanê sînorên nû avabikin'

Zîlanê destnîşan kir ku, armanca şerê li Rojhilata Navîn sînorên nû avakirine û wiha domand: "Dewletên navneteweyî û Emerîka dixwazin li Kurdistanê sînorên nû avabikin. Li hember êrîşên dijwar tevgera azadiya kurdistanê têkoşînek dijwar dide meşandin. Li bakûr, başûr û rojavayê Kurdistanê şerên giran rû dide û di encama têkoşînek bi hêz de, li Rojava gel xweseriya xwe îlan kir û sistema xwe avakir. Bi destpêkirina operasyona Mûsilê re tevahî hêzên ku li Rojhilata Navîn şer dikin, hatin cem hev. Îran, Qatar û Yemen jî cihên xwe di tevahî şeran de digin û heta mirov dikare bêje pêşengiyê dikin. Ev pêvajo hem di warê siyasî û leşkerî hem jî di warê civakî de jî gelek girînge."

'PJAK li hember rûxandina civakî, exlaqî û siyasî têdikoşe'

Zîlanê anî ziman ku di pêvajoyek wiha awerte de wan kongreya xwe ya asayî pêk anîne û wiha pêde çû: "PJAK bi salane li Îranê wek partiyek xwe bi rêxistin kiriye û bi dehan sale têkoşîn û berdêlên mezin dide. Di 5'mîn Kongreya PJAK'ê de biryarên nû hatin girtin. Bawerî, felsefe û bîrdoziya PJAK'ê zelale. Li hember rûxandina civakî, exlaqî û siyasî têkoşînek mezin dide. PJAK di rêbazê têkoşîna xwe de hin guhertin pêk anîn mînak, pergala hevserokatî pêk hat û her wiha kongre li gorî pêvajoyê meclîsa xwe berçav re derbas kir. Ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk li Îranê û Rojhilata Navîn biryarên nû hatin girtin. PJAK wek partiyek siyasî di nava kodarê de xwe bi rêxistin dike. Di nava sistema kodar de PJAK xwesere, ji ber ku di her qadê civakî de xwe avakiriye."

'PJAK qadek ya siyasetê li Rojhilatê vekir'

Zîlanê raghand ku wan di kongreya xwe de rewişa Îranê jî bi taybet nîqaş kirine û wiha pêl da gotina xwe: "Girêdana gel li hember me mezine. PJAK qadek ya siyasetê li Rohilatê Kurdistanê vekir. Lê Îran di şêwazê xwe de tu guhertin pêk ne anî. Bi îşkencê, Îdam û girtinan ve êrîşên xwe berdewam dike. Heya ku ev êrîş hebin em ê xwe biparêzin û parastina xwe ya rewa pêk bînin. Li hember Îranê siyaseta ku em dimeşînin eve. Eger Îran pirsgirêka kurd çareser neke, ew ê aloziyên li welêt jî çareser nebe. Şer tev li Kurdistanê diqewime."

'Têkoşîına me ji bo tevahî gel û baweriyane'

Zîlanê qala biryarên di 5.mîn kongreyê de yên hatine girtin jî kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Biryarên me yên herî sereke berfirehkirina rêxistinbûnê û giranî dayîna perwerdehiyê ye. Di kongrê de mijarên herî girîng jin û ciwan bûn. Di PJAK'ê de jin û ciwan pêşengiyê pergala nû dikin. Guhertina herî girîng di kongrê de koteya jin û mêr di tevahî qadên xebatê de bûye yek. Yanî ji sedî 50 jin û ji sedî 50 jî mêrin. Hem jin hem mêr û hem jî ciwan êdî li her qadê henin. Bêy ku nêrîna jin bê girtin nabe êdî biryar bên girtin. Di salên dawiyê de îşkence û katlîamên ser jinan zêde bû. Bi vê yekê re me li ser mijara jinê nîqaşên kur dan meşandin û girîngî da biryarbûnê. Em bi fikir û felsefeyê Rêbertiyê re têkoşîna xwe dikin. Têkoşîna me ne tenê ji bo gelê kurde de, ji bo ereb, fars, çerkez û tevahî baweriyane. Em bi hebûna gelê xwe re têkoşîn didin."

(şb/rc)