Mamosteyên jin ên girtî bangî jinan kirin

12:01

JINHA

AMED - Mamosteyên jin ên endamên Egitîm Senê yên ku girtî ne Adîle Gulçîçek Ekincî û Fatma Gulçîçek Ari yên ku hatin girtin diyar kirin ku ew ji ber xebatên jinan hatine girtin û banga piştgiriyê li jinan kirin.

Di çarçoveya operasyonê ku li dijî Egitîm Senê li Amedê hatin kirin de ji endamên Egitîm Senê 2 xwişkên hev yên ku bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin girtin, Adîle Gulçîçek Ekîncî û Fatma Gulçîçek Ari, ji bo jinan peyam şandin.

Di peyama ku ji aliyê Fatma ve ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat şandin de wiha bang li jinan hat kirin: "Jinên hêja û bi rûmet ez û xwişka xwe Adîle ji ber ku me xebatên jinan didan meşandin em hatin girtin. Dewlet dixwaze ku jinan çavtirsandî bike û bi polîtîkayên ku dide meşandin hevkariya jinan parçe dike. Lê ger ku em bi hev re tevbigerin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin em ê karibin zincîrên koledariyê biqetînin. Jin hene û jin li hemû derê ne."

(gc/mk)