Artêşa tirk gule li çalakgerên sînor direşîne

12:12

JINHA

EFRÎN – Welatiyên Efrînê yên ku li hember ‘dagirkirina’ sînor ya ji aliyê artêşa tirk ve tê kirin didome. Gel îro sibê herikîn gundê Sorkê ya sînro û leşkerên tirk cardin gule li gel reşand û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Artêşa tirk li ser sînora gundê Sorkê ya girêdayî navçeya Recoya Efrînê dest bi lêkirina ‘dîwarê şermê’ kir. Li hember îhlalkirina sînor gelê Efrînê bi rojaye li ser sînor li ber xwe dide. Di encama mudexeleya leşkeran ya li ser sînor bi dehan welatî birîndar bûn. Ligel hewa û barana ku lêdike gelê Efrînê herikîn gundê Sorkê. Li gorî agahiyên ku ji nûçegihana me hatiye girtin, leşkeran niha gule li ser gel direşînin û di encama êrîşa leşkeran de sivîlek birîndar bûye.

(fr/rc)