Li Amedê dîmenên ‘dagirkirinê’!

13:47

JINHA

AMED – Piştî ku polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat girtin û hevşaredaran xistin binçavan vê carê alek mezin ya tirkan bi ser avahiya şaredariyê de daliqandin.

Polîsan piştî bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin û hevşaredar girtin binçavan, alek tirk ya mezin bi avahiya şaredariyê ve daliqandin. Polîsan bi gotinên, “Em ê li her dere Amedê alên xwe daliqînin” gef li nûçegihanan xwarin.

3’ê roje hevşaredarên Amedê Gûltan Kişanak û Firat Anli di binçavan de tên girtin.Polîsan nahêlin ku nûçegihan dîmenên “Dagirkrinê” yên ku li ser şaredariyê pêk anîne bişopînin.

Polîsên ku dora nûçegihanan girtine bi gotina “Eger hûn dixwazin wêneyên alê bikêşin divê hûn jî li ber alê wêne bikêşin. Em ê li her dera Amedê alê xwe daliqînin. Her kes dê bin vê alê de li vir bijî.” gef li nûçegihanan xwarin.

(şa/sg/rc)