Dê li dijî polîtîkayên tunekirinê li qadan bin
14:02
JINHA
MÊRSÎN - Koordinasyona KJA'yê ya Mêrsinê bi daxuyaniyeke ku da hemû êrişên li Amedê yên li ser vîna gelê kurd û li ser jinan şermezar kirin û Endamên KJA'yê jî diyar kirin ku ew ê li diji politîkayên AKP'ê li qadan bin û dê li ber xwe bidin.
Koordînasyona Bajar a Kongereya Jinen Azad (KJA) ya Mêrsînê, li dijî êrîşen li ser siyasetmedarên kurd, dijberî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û li dijî binçavkirina berdevka KJA'ye Ayla Akat Ata li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê daxuyani da çapemeniyê. Di civîna çapemeniye de endam û rêveberên HDP'ê û Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu amade bûn. Endama KJA'yê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku îktidara AKP'ê dijminantiya jinê dike û ew dê li diji polîtikayên jinê dakevin qadan û wiha got: "Divê hemû jin li dijî polîtikayên faşîzan ên AKP'ê dakevin qadan. AKP bi van polîtikayên xwe yê faşizan dijminantiya jinê dike. Divê li diji hişmendiya mêr hemû jinên bûne xwedî gotin, xwe bi hez kirine û tedikoşin bêtir dengê xwe bilind bikin û dakevin qadan. "
Çîgdem, destnişan kir ku Endama Meclisa Akdenizê Hediye Eren û Hevseroka HDP'ê ya Akdenîzê Mesude Şahin bi heman hincetê hatine binçavkirin û wiha got: "Em dixwazin hemû bijarte bi lezgîn serbet bên berdan. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî van polîtîkayan helwesta xwe nîşan bidin.
Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu ji anî ziman ku di çalakî û berxwedana Amedê de jin peşengiyê dikin û xwest jin li Mêrsinê ji helwest u bertekên xwe binin ziman. Yuksel, da zanin ku li Amedê kaşkirina jinên kurd peyama kaşkirina vîna gelê kurd a li erdê ye û ew ê vê yekê qebûl nekin. Daxuyanî bi bi dirûşma " Biji Berwxedana Jine" bi dawi bû.
(gc/mk)