Qeyûm Navenda Jinê ya Sitiya Zîn girt
14:47
JINHA
ŞIRNEX - Ji aliyê qeyûma ku tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin ve belgeyên aîdî jinan hatin desteserkirin û Navena Jinê ya Sitiya Zîn jî hat girtin. Xebatkarên ku li heman navendê peywirdar bûn jî li qada paqijîyê ya şaredariyê hatin bicihkirin.
Qeyûmê ku ji bo Şaredariya Cizîrê hat tayînkirin Navenda Jinê ya Sitiya Zîn girt û li gel ku qedexeye jî belgeyên serîlêndanê yên jinan ên derbarê tundiya li ser jinan de jî desteser kirin.
Navenda Jinê ya Sitiya Zîn a ku ev 5 sal bûn di bin banê Şaredariya Cizîrê de xebtên xwe berdewam dikirin herî dawî der barê êrîşên dewletê de li ser jin û zarokan raporeke taybet amade kiribû ku ew jî ji aliyê qeyûmê ve hat destesrkirin.
(aı/fk/mk)