Ji Zeynep Sekaanvan agahî tune ye

17:35

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Sekaanvan ya ku hevjînê xwe yê her dem li hember wê şîdet pêk aniye kuştiye, rastî cezayê darvekirinê hatibû 15 rojin agahî jê tuneye. Di derbarê înfazkirina Zeynebê de jî tu agahî ji bo malbat û parêzerên wê nayê dayîn.

Zeynep Sekaanvand (22) ku li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê, ji ber hevjînê xwe ya ku her dem şîdet li hember wê pêk aniye kuştibû, rastî cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê hat.

Girtîgeha Evîn ya Tehranê daxuyandibû ku ew ê Zeynep di 13'ê cotmehê de bê darvekirin. Li ser vê yekê Rêxistina Afû ya Navneteweyî ji bo Zeynep kampanyayek dabû destpêkirin. Di banga Rêxistina Afûyê de hatibû diyar kirin ku Zeynep rastî îşkenceyên giran hatiye û destûra hevdîtinê ligel parêzeran nayê dayîn.

15 rojin agahî ji Zeynep nayê girtin. Hat diyar kirin ku ji ber malbat û parêzer hevdîtin ligel Zeynebê nikarin bikin, derbarê rewşa wê de jî tu agahî nagirin.

(sr/rc)