ROJEVA 29'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gûrkan ya ku tevlî çalakiya ‘Ji bo Demokrasiyê Hevgirtin’ ya li hember polîtîkayên şer yên hikûmeta AKP’ê pêk hatiye bûye got: “Tirkiyeyê wek hevkarê polîtîkayê tunekirin û dagirkirina Rojhilata Navîn rêve diçe.” Selmayê diyar kir ku ew ê ji bo Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn û bi taybet jî ji axa Sûriye û Iraqê leşkerên xwe vekşînin dê bangawaziyên xwe bidomînin.
*Prof Dr. Aylîn Gorgun Baranê diyar kir ku li Tirkiyeyê bi tevahî 130 stargeh hene, lê ev sazî têr nakin û wiha got: "Divê stargeh nebin yek tîp û divê her jin di heman cihî de nemîne. Saziyên jina yên qayyûm hatiye tayînkirin de agahiyên jinan hatine desteserkirin û divê ev demildest ji platfomên navneteweyî re bê ragîhandin."
*Jagoda ya ku ji Polonyayê hatiye Amedê û dijî hem mirovên hewira xwe hem jî zarokên xwe hînê kurdî dike.
*Li Nisêbînê piştî qedexeyê derketinê avahî tev hatin hilweşandin û bi vê yekê re xaniyên bi kirê bûha bûne. Sacîde Engîn diyar kir ku ji ber kirêya xaniyan bûha bûne ew nikarin xanî bigrin ji ber vê di konan de dijîn û wiha got: “Ji ber xizaniyê em di konan de dijîn. Di konan de jiyîn ji bo zarokan ne başe lê em neçarin.”
*Xwendekara zanîngehê Şebînm Îbrahîmî behsa rewşa zanîngehan kir û got ku ji ber di nava tevgerên xwendekarên zanîngehê de pergala bîrokratîkbûnê heye pêşeng dernakeve.
*Reyhan Cabbarî berî du sal di meha cotmehê de ji ber ku tecavûzkarê xwe kuşt, ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Reyhan di nameya xwe ya ku ji dayika xwe re nivîsi de wiha digot "Tenê xwestekek min ji te heye dayê. Negrî û guhdar bike.Ev dûnya ji me heznekir û ez ji vê qaderê naxwazim. Min li bin axê vî welatî de veneşêre... Ez naxwazim tu cilên reş li xwe bikî. Bila ba min bigre û biçe..."