'Destdanîna ser zanînên jinan divê biçe daraza navneteweyî'
09:03
Duygu Erol-Habibe Eren / JINHA
ENQERE-Prof Dr. Aylîn Gorgun Baranê diyar kir ku li Tirkiyeyê bi tevahî 130 stargeh hene, lê ev sazî têr nakin û wiha got: "Divê stargeh nebin yek tîp û divê her jin di heman cihî de nemîne. Saziyên jina yên qayyûm hatiye tayînkirin de agahiyên jinan hatine desteserkirin û divê ev demildest ji platfomên navneteweyî re bê ragîhandin."
Jinên rastî şîdeta mêr tên ji ber zor û zehmetiyên aborî, ji ber malbat şîdetê vedişêre neçar dimînin serî li stargehan bidin. Li Tirkiyeyê jî bi tevahî 130 stargehên jinan hene.
Ji Beşa Zanistana Civaknasiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof Dr Alîn Gorgun Baran ya bi salan e li ser şîdet, malbat, çepemenî û zayenda civakî xebatan dimeşîne ji JINHA'yê re axivî û diyar kir ku ev navend kêmin û qelsin. Aylînê diyar kir ku divê ev stargeh nebin yek tîp û her jina rastî şîdetê tê divê di heman stargehê de nemînin.
'Ji bo jinên rewşeke newekhev mijara gotinê ye'
Aylînê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê 130 stargehên jinan henen û wiha dirêjî da axaftina xwe: "99 heb girêdayê dewletê, 28 heb girêdayê rêveberiyên herêmî û 3 heb jî girêdayê rêxistinên civaka sivîl ên jinane. Her yek pêkanînên cuda nîşan dide. Di alî borî de di rêveberiyên herêmî de her meh 100 lîra ji bo jinan tê dayîn, di saziyên dewletê de jî 450 lîra tê dayîn.Ev jî rewşeke ne wekhev derdixe holê. Jinên di stargehên şaredariyan de dimînin, piştî demekê derbasî yên dewletê dibin. Ji ber ku şertên wir ji bo wan baştirin. Pereyê jin digirin nekarin pê jiyana xwe îdame bikin."
Pirsgirêkên zarokên li stargehan
Aylînê destnîşan kir ku li stargehan hejmara zarokan jî pir e û ev tişt anîn ziman: "Zarok di alî perwerde û amadekariya dibistanê de jî zehmetiyand kişînin û ji ber di nav şîdetê de mezin bûne pirsgirêkên wan jî cudane. Pirsgirêkên hiqûqî, tenduristî ji aliyê nexweşxane û baroyan ve tê çareserkirin. Lê ya psîkolojî kêm dibîne. Psîkolog li stargehan salek tije nabe vediqetin. Ji ber vê ji jinan re zêde fêdeya wan nîne."
Aylînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyandin ku xebatkarkarên li stargehên jinan dixebitin jî pirsgirêkan dijîn û sendruma têkçûnê dijîn.Em ji bo pêşî li şîdetê bigirin gelek hewl didin. Lê Stargeh hem kêm û hem jî qelsin.
Aylînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser qayyûmên tayînên şaredariyên Kurdistanê hatine kirin û got agahiyên jinan yên navendê hatine desteserkirin û got: "Ew belge ketine destê kedsan. Ji ber vê jin ne di ewlehiyê de ne. divê li dijî vê bêdeng nemînin. Divê demildest di platformên navneteweyî de bê ziman."
(hu)