Perwerdehiya zanîngehên Îranê pergala sîxûriyê pêş dixe

09:07

Soma Rojhilat/JINHA

TEHRAN - Xwendekara zanîngehê Şebînm Îbrahîmî behsa rewşa zanîngehan kir û got ku ji ber di nava tevgerên xwendekarên zanîngehê de pergala bîrokratîkbûnê heye pêşeng dernakeve.

Xwendekara Faris ya Zanîngeha 'Elame' ya Îranê Şebînm Îbrahîmî rewşa li zanîngehên Îranê ji bo ajansa me JINHA'yê şirove kir. Şebînmê diyar kir ku piştî darbeya Tevgera Kesk 'Cînbûş sebîz' ya sala 2009'an tevgerên civakî û navendên zanîngehên xwendekaran tev rastî darbe hat û destnîşan kir ku îhtimalê darbeyek bi vî rengî cardin heye û got ku ji ber potensyelek wiha tê dîtin. Şebînmê da zanîn ku dibe bi şêwazek cuda ev darbe pêk were û wiha axivî: "Ez bawerim wê pîvan û ezmûnên baştir û dewlementir bi xwe re derîne holê. Ji ber pêngavek girîng û bi bandor tê dîtin."

'Gelek car çalakî û dexwaza jinên femînîst qels û lîbral dimîne'

Şebnîmê anî ziman ku heya ferq û cudakarî di navbera pêkhateyan de hebe wê tevger darbê zindî bimînin û wiha pêde çû: "Tevlîbûna jinê di nava çalakiyan de tiştekî pêwîste û ji bo vê yekê jî divê jin xwe bi rêxistin bike, an jî were bi rêxistin kirin. Li Îranê jin bêhtir di qadên tevgerên femenîstan de cîh digrin. Ev yek bûye sedema ku gelek femînîst xwe neghînin pêkhateyên civakên din û girîngiyê nedin têkiliyên jinê û mijarên civakî. Gelek car çalaki û dexwaza jinên femînîst qels û lîbral dimîne. Mînak herî zêde dem û derfetên xwe vala derbas dikin. Ew kesên ku bi vî şêwazî difikirin ji xwe xizmeta sîstema kapîtalîzmê dikin. Jinên ku nebûne xwedî pêşeng an jî nebûne xwediyê biryarbûna xwe ji asta têkoşîna wan bingeh digre. Bêguman pergal jî wan ji nedîtî ve tê."

'Pêwîstiya jinên Îranê bi perwerdehî û rêxistnbûnê heye'

Şebînmê bi lêv kir ku pêwîstiya jinên Îranê berî her tiştî divê di her warî de xwe perwerde û bi rêxistin bikin û wiha got: " Ji ber heya rêxistina jinan di nava zanîngehê de jî bi hêz nebe em ê nikaribin behsa mafên xwe bikin yan jî pêş bixin. Dema xwendekar dikeve nava zanîngehê de, hîn bawerî nade û ewlehiya jiyan xwe hîs nake dest bi xwendinê dike. Di mijara daxwaziyên me de jî mêr pir caran li hember derdikeve. Wek jin jî em li gor pêwîstiyên demê tevnagerin. Ji bo wê jî pêwîste em tu car perwerdeya xwe ya takekesî taloq nekin."

'Mêr ne di vê ferqê dane ku azadiya jin ji bo wan jî pêwîstyeke'

Şebînmê her wiha diyar kir ku li zanîngehê hîna ji bo pirsên girîng nêrîna jin nayên esas girtin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Erkên bênirix didin jinê. Jin bi nasnameyê mêr didin nasîn. Mêr jî ne di vê ferqê dane ku azadiya jin ji bo wan jî pêwîstyeke." Şebînmê destnîşan kir ku li zanîngehên Îranê pergala sîxûriyê hatiye rûnişkandin û wiha pêl da gotina xwe: "Pirsgirêkên herî mezin ya li zanîngehan nebûna ewlehiyê ye. Ji ber ku pergala sîxûrî tê pêşxistin. Ev yek bandorek neyînî ser rêxistinbûna xwendekaran dike."

'Dewlet di nava xwandekaran de pergala sîxûriyê pêş dixe'

Şebnîmê di dawiyê de jî got ku ji ber din ava tevgerên xwendekarên zanîngehê de pergala bîrokratîkbûnê heye pêşeng dernakeve û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Perwerdehiya zanîngehê li ser bingeha parastina çîna serdest pêk hatiye. Her ji bo wê çendê li hember bê tevger bunê pêwîstî bi xurtkirina peywendiyan heye dinava xwendevanan de. Herwha bilind kirina moral, civata hevalane pêşxistin, gutubêj, rexne û diyalog wê ji nûve roja serhildanê pêş bixe."

(şb/rc)