Jinên Şehba: Em ê heya dawî li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin
09:42
Sozda Oremar/JINHA
ŞEHBA- Jinên herêma Şehbayê bertekên xwe li hember êrîş û ‘dagirkeriya’ artêşa tirk û komên alîgir anîn ziman û gotin: “Ji bo parastina ax çi ji destê me bê em ê bikin. Heya dawiyê me riya berxwedanê hilbijartiye. Em ji tang û balafirê tirk natirsin.”
Dewleta Tirkiyeyê û komên alîgir bê navber êrîşên xwe ya li ser herêmên Rojava û bi taybet herêma Şehba û Kantona Efrînê didome. Jinên tirkmen û kurd ya gundê Kefernaya yê herêma Şehba bertek nîşanî êrîşan dan û gotin ku ew ê li hember her cure êrîş li ber xwe bidin û axê xwe biparêzin.
‘Heya dawî berxwedan’
Jina tirkmen Sînem Mistefa diyar kir ku ew dayika 4 zarokane, ji bo parastina ax hevjînê wê li çeperan ber xwe dide û wiha got: “Em li dijî şer in. Lê li dijî dagirkeriyê em ê heya dawiyê şer bikin. Ger hewce bike em dayik jî biçin şer. Erdogan dê nikaribe tiştek projeyên xwe bi ser bixe ji ber ku heya dawî me riya berxwedanê hilbijartiye.”
‘Dewleta tirk nikare vîn û hêza me bişkîne’
Jina bi navê Sormiye Xelef jî anî ziman ku ew ê li hember dagirkirinê heya dawî li ber xwe bidin û wiha domand: “Em ji bo berxwedanê amede ne. Ji tang û balafirên tirkiyeyê natirsin. Me jî çek hildaye, komên çete û tirkiye nikare gavek pêş de were. Me sîngê xwe daye sîngê şervanan. Bila Tirkiyeyê nefikire ku em ji tankên wan ditersin. Em nahêlin Tirkiyeyê keç û xortên me qetil bike. Dewleta Tirkiyeyê nikare hêz û vîna me bişkêne."
‘Em ê dev ji axa xwe bernedin’
Jina ciwan Zehra Şêxo jî bi lêv kir ku heya hêza xwe ya dawî ew ê dest ji axa xwe bernedin û wiha axivî: "Em ji Erdogan natirsin, em ê li pêşiya Erdogan bisekinin, heya hêza me hebe. Em ê berxwe bidin heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe. Ji zarokên me heya mezinên me, dê li pêşiya artêşa Tirkiyeyê bisekinin. Em jinên Kefernaya niha li berxwe didin heya dagirker terka axa me bikin."
Nazê Kerîm jî diyar kir ku Tirkiye tu mafê wî tune ye axa Sûriyê dagir bike û wiha domand "Em li herêma Babê bûn, bi top û teyareyên xwe li malên me xistin, malên me talan kirin. Vê sermayê em koçberê Kefernaya bûn. Tu mafê Tirkiyê tuneye axa me dagir bike. Ma mafê me di vê cîhanê de tune ye? Bila Erdoxan bizanibe ku ew çiqas jî bi tank û topên xwe êrîşî me bike jî, bi me nikare. Em mafê xwe ji Erdoxan re nahêlin. Emê liberxwe bidin. Emê vegerin gundên xwe çiqas ew topan bavêjin me jî bi hêza me nikarin."
‘Ez ê tola xwe ji Erdogan bistînim’
Zaroka bi navê Narîn Silêman ya 10 salî jî got: "Ez ji herêma Babê me, ez bi zaroketiya xwe ji Erdogan re dibêjim ez ji te natirsim, tu çiqas bi balafirên xwe û tankên xwe êrîşî me bikî jî em ji te natirsin. raste ez niha biçûkim, 10 salî me, lê ez soz didim ku dema mezin bibim, mafên xwe ji Erdogan bistînim û vê yekê ji te re bernedim."
(rê/en/rc)