Polîs li ber avahiya KJA’yê êrîşê jinan kir
11:04
JINHA
AMED – Polîs êrîş bi sedan jinên ku xwestin li ber navenda KJA’yê daxuyanî bidin kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarê binçavkirina Berdevka Demê Ayla Akat Ata û hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gûltan Kişanak xwastin daxuyaniyek bidin çapemeniyê, lê rastî astengiyên polîsan hat.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, hevşaredar, Dayîkên Aştiyê û hemû hevgirên KJA'yê û bi sedan jin ji bo tevlî daxuyaniyê bibin li ber navenda KJA'yê kombûn. Polîsên ku derdora jinan dorpêç kirin gotin ku ew ê destûr nedin li derve daxuyaniyê bidin. Jinan diyar kirin ku ewê daxuyaniya xwe bidin û sekna xwe ya li ber KJA'yê didomandin. Polîsan êrîşî jina kirin û jin derp kirin.
(be-şa/rc)