Ji Leyla Halitê ji bo Gûltan Kişanak piştgirî: Ji hevala min re azadî
12:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Polîtburoya Cepheya Rizgariya Gelê Filîstînê (FHKC) Leyla Halîd daxuyaniyek ya piştevaniya Hevşaredar Gultan Kişanak da. Leylayê got: “Ji bo piştevaniya hevalên min yên li zîndanê û binçav de ez banga çalakiya girseyî dikim. Li hember siyaseten girtinê divê deng bilind bibe.”
Ji sembola berxwedanvanên Filîstinê Endama Polîtburoya Cepheya Rizgariya Gelê Filîstînê (FHKC) Leyla Halîd ji bo binçavkirina Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ya ku hatiye binçavkirin daxuyaniyek da. Leyla diyar kir ku ew ji bo azadiyê Gultanê û tevahî girtiyên şoreşger azadiyê dixwaze û wiha got: “Ji ber têkoşîna azadiya gel jinan xistina girtîgehê, ji aliyê tevahî cîhanê ve rastî bertekên mezin tên.”
Daxuyaniya Leylayê wiha ye: “Ez girtina hevala min Gulten û binçavkirina hevşaredaran şermezar dikim. Ji bo piştevaniya tevahî jinên di girtîgehê de, hevala min Gultan û tevahî girtiyên siyasî ez banga çalakiya girseyî dikim. Li hember siyasetên girtinê divê deng bilind bibe. Wek girtiyên Filîstînî, bi taybet yên di girtîgehên Îsraîlê de tên ragirtin em rewşa ku dijîn hîsdikin. Em dizanin ku girtiyên di girtîgehên tirkiyê de dimînin heman rewşê re rûbirû dimînin.
Desthilatdarên ku nikarin têkoşîna azadiya gelan biçewsînin bi şêwayên hişk aktivîstan hepsdikin. Ji bo hevalên me yên di girtîgehê de û yên di binçavan de ez banga çalakiya girseyî dikim. Divê li hember siyaseta girtinê deng bilind bibe.
Li ser navê gelê Filîstîn û dîasporê em bang li hikûmeta tirk dikin ku hevala me Gûltanê û tevahî girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de serbes bên berdan. Têkoşîna azadiya gelê me berdewam dike. Em ê bi hevre li hember zilma desthilatdaran bi serkevin. Bijî têkoşîna azadiya gelan.
Ji Gûltan û hevalan re azadî!
Têkoşîn wê bi dawî nebe
Bi rihê hevaltî
Leyla Halit."
(rc)