Çeteyên DAIŞ’ê ji Mûsilê derbasî Reqayê dibin
13:08
JINHA
REQA-150 malbatên çeteyên DAIŞ'ê bi fermana emîrê DAIŞ'ê Ebabekir Bexdadî ji Mûsilê derbasî Reqayê kirine û ji wir jî derbasê navçeya Tebqa ku nêzîk bendava Reqayê têne kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanên me ji herêmê, bi fermana Emîrê DAIŞ'ê 150 Çeteyên DAIŞ'ê bi malbatên xwe re derbasî Reqayê kirine. Hat zanîn ku ji wir jî dê derbasî naveçeya Tebqa ku nêzîk bendava Reqayê bibin. Tebqa ji hêla çeteyên DAIŞ'ê wek navendeke girîng ya lojîstîk, cebilxane û hwd. tê bikar anîn. Ligel ku di civîna sê dewletên Îran, Sûriye û Rûsyayê de Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavro pir eşkere gotibû ku dê destûr nedin, çete ji Musilê biçin Reqayê jî, derbasbûna van çeteyan mijara gumanê ye.
(en/rc)