Jinên çalakger: Heya em hebin kes nikare axa me dagir bike
13:40
JINHA
EFRÎN- Berxwedana jinên çalakger yên li ser sînor gundê Sorkê ya Efrînê pêl bi pêl mezin dibe. Jinan diyar kirin ku heya artêşa tirk dev ji dagirkirina sînor berdide ew ê li ber xwe bidin û gotin ew ê sînor terknekin.
Jinên çalakger yên gundê Sorkê berxwedana xwe bê navber li hember dagirkirina sînor ya ku ji aliyê artêşa tirk ve pêk tê didome. Çalakgerên ku li hember bombeyên gazê, ava şîd û guleyên leşkerên tirk li ber xwe didin diyar kirin ku heya dawiyê di berxwedana xwe de bi îsrarbin.
Jina çalekger Firyal Mihemed bang li tevahî hêzên navneteweyî kir ku komkujî û pêk anînên dervî hiqûqî ya li hember gelê kurd tê kirin bibînin û wiha got: “Gelê kurd îro berxwedaneke mezin dike. Em ji dewleta tirkiyê û balafirên wan natirsin. Em ê her berxwedanê bikin ji bo axa xwe. Îro dewleta derbasê sînorê me bûye, axa me binpê dike. Lê bersiva me ji wan re ew e ku em ê axa xwe biparêzin. Dewleta tirk ku êrîş li ser kal, pîr û zarokan dike, tu hêzeke navnetewî li pêşiya wî nasekine. Em bang li wan dikin ku dest ji vê bêdengiyê berdin. Mafê her kesekê heye û mafê gelê kurd jî heye. Tu car dê nikaribin vîna me bişkênin. Em ê berxwedana xwe bilind bikin, ji bo deynê ji axa xwe re, ji bo şehîdê xwe, ji Rêber Apo, ji bo gelê kurd em ê berxwedanê pêş bixin. Em dizanin berxwedaniya herî mezin ya Rêber Apo ye. Em ê jî ji vê berxwedanê re bibin bersiv. Niha Tirkiyeyê êrîş dike, em ê nehêlin derbasî axa me bibin."
Xedîce Elo: Em êrîşa dewleta tirkiyeyê qebûl nakin. Em Erdogan şermezar dikin. Ev ax axa me ye û welat welatê me ye, şerf û namûsa me ye.
Newroz Haşim: Em dewleta tirk ku derbasî sînorê me bûye, lenet dikin. Em wek jinên Efrînê axa xwe radestî tirkan nakin. Heya êrîş hebin, dê berxwedana me jî hebe.
Eyşe Mihemed: Dewleta tirk hatiye li ser sînorê me û erîş li ser vî gelê sivîl dike , ev gelê ku bê çeke. Lê em narevin û her em ê têkoşînê ji bo parastina axa xwe bikin.
Emîne Hisên: Dewleta tirk hatiye ku axa me binpê bike. Erdogan dixwaze destê xwe dayne ser hemû erdê me, dixwazê her tişt ji wî re be. Lê bila ji xwe şerm bike û bizanibe em vê axê ji kesekê re nahêlin.
Emel Elî: Tirkên dagirker hewl didin axa Rojava dagirbikin. Lê em ê nehêlin ew derbasê axa me bibin. Encex li ser cenazeyên me derbas bibin. Îro gelê me tev li ser sînor e û li ber xwe dide heya tirk vir biterikînin.
Mewlîde Hesen: Dewleta Tirkiyeyê hatiye dibêje ev axa min e. Encex me hemûya qetil bikin, xwîna me hemûyan birêje erdê, wê demê dê bikarin vir dagir bikin.
Endamê Rêxstina Mafên Mirovan ya Kantona Efrînê Mihmed Xelîl jî got: "Em ji sibê de hatine gundê Sorkê. Gelê me di çalakiyan de ne. Tirkiyeyê dixwaze derbasî axa Rojava bibe, lê em qebûl nakin. Ew tecawûzê axa me dike. Dixwaze 400 km. bigire. Dest danine li ser 300 darên zeytûn û hinarê. Em wek Rêxistina Mafên Mirovan van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Ez bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan jî dikim ku berteka xwe nîşanî vê bêhuqûqiyê bidin.
(fr-cg/rc)