Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana Bakur

14:42

JINHA

KOBANÊ- Rêxistina Kongreya Starê têkîldarê binçavkirin û êrîşên ser siyasetmedarên kurd yên li Amedê daxuyaniyek da.

Bertekê jinan li hember zext û êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk ya li ser siyasetmedarên jin û hevşaredarên Amedê mezin dibe Li Kantona Kobanê Rêxistina Kongreya Star têkîldarê êrîşên li ser Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û siyasetmedarên jin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê ku ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Felek Yûsif ve li ber navendê hatiye xwendin bi dehan endam û jin beştar bûn. Felekê got: "Em wek Kongra Star a Kantonê kiryarên dewleta tirk ku bi zihniyeta Osmaniyan qirkirin, kuştin, girtin û tunekirinê li ser gelê kurd ferz dike, mehkûm dikin."

Felekê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li hember gelê Kobanê jî êrîşên hovane pêk aniye û wiha got: “Tirkiyeyê yekser ji van êrîşan re alîkarî kir. Niha jî çeteyên xwe anîne Bakûrê Sûriyeyê. Cerablûs dagir kirin. Êrîşê Efrîn û Şehba dikin. Di heman demê de bi dehan ji rêxistin û dezgehên ragihandinê hatin girtin. Niha jî hevşaredarên Amedê girtine, rêvebera KJA û siyasetmedaran digrin. Axa Başûrê Kurdistanê jî dagir kirine. Ev hewldana şikandina vîn û hebûna gelê kurd e."

Felekê destnîşan kir ku lîstok pir metirsîdar in û wiha domand: “Lewra divê gelê me bi fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedana xwe geş bikin û serî li hember dagirkeriya Tirkiyeyê netewînin.” Felekê di dawiyê de jî diyar kir ku gelê Bakûr ne bi tenê ye û bi taybet berxwedana jinên bakûrê Kurdistanê silav kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em heya serkeftinê piştgiriya hev bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê me li Bakûr", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(kom/rc)