Xizmên windayan li Amedê û Êlihê hatin gel hev

15:39

JINHA

AMED/ÊLİH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê di hefteya 403'an de lêgerîna xwe ya ji bo windayan berdewam kirin. Xizmên windayan di çalakiya xwe de binçavkirina Hevşaredaran şermezar kirin.

Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 403'an de lêgerîna xwe berdewam kirin. Xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" kom bûn û çîroka Abdulkadîr Kurt û Mehmet Meşe yên di 10'ê sibata 1994’an de li gundê Şêx Hemze ya navçeya Pasur bi îşkenceyê hatin binçavkirin û windakirin pirsî. Çalakiya ku berê her hefte li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu dihat kirin, ji ber qedexeya çalakiyên li derve malbatan li salona ÎHD'ê ya Amedê çalakî pêk anîn. Malbatan û parazvanên mafên mirovan xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

Rêveberên ÎHD û rêveberên Odeya Tabîban a Amedê jî tev li çalakyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat vekirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bilîcî, binçavkirina Hevşeredarên Amedê şermezar kir û diyar kir ku ew ji bo aştî û demorasiyê dê heta dawî têbikoşin.

Piştre Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, çîroka Abdulkadîr Kurt û Mehmet Meşe yên di 10'ê sibata 1994’an de li gundê Şêx Hemze ya navçeya Pasur bi îşkenceyê hatin binçavkirin û windakirin xwend. Hasan, anî ziman ku Abdulkadîr û Mehmet di serdegirtina leşkeran a gund de hatin binçavkirin û leşkeran ew di bin çavan de winda kirin. Hasan, da zanîn ku 22 sal derbas bûn, lê hêj aqûbeta wan ronî nebûye. Herî dawî hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun, jî anî ziman ku ew dê heta dawî têbikoşin û binçavkirina hevşaredaran şermezar kir.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmêm windahiyan çalakiya xweya heftane bi dirûşmeya "Bila winda bê dîtin kujêr bêndarizandin" li Kolana Gulistanê darxistin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek nûnerê saziyén civakî yên sivil jî tevlî 403'emîn çalakiya xizmên windahiyan bûn.

Parlamenter Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di salên 90'î de bi hezaran xizmên wan di kolanên tarî û dibinçavan de ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin û niha disa bi heman hişmendiyê bi hezaran cangorî ji aliyên kesên diyar ve tên qetilkirin. Ayşeyê got ew ê li hemberî hemû zilm û zextan dê li ber xwe bidin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagatir jî got ku pirsgirêka gelê kurd bi êriş û pevçûnan çareser nabe. Mehmet ani ziman ku ji bo êş û jan bi dawî bibin divê dev ji şer berdin û dest bi pêvajoyek azadiya mayinde bikin.

çalakî bi 5 deqe runiştinê bi dawî bû.

(ho/rc)