Kongra Star ji bo jinên Şehba civîn li dar

15:50

JINHA

EFRÎN- Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê li herêma Şehbayê giranî da xebatên birêxistinkirin û agahdarkirina jinan. Di vê çarçoveyê de li gundê Dêr Cemal civînek organîze kir.

Li gundê Dêr Cemal ya girêdana herêma Şehbayê, Kongreya Star bi armanca birêxistinkirin û agahdarkirina jinên ereb derbarê pêşketinên dawî û rewşa jinan civînek lidar xist. Di civînê de jinên gund amade bûn. Rêveberên Kongreya Star Medya Berekat, Newroz Haşim û endama komîteya hilbijartinê Nesrîn Ebîd civîn birêve birin. Di civînê de Nesrîn Ebîd li ser têgeh û armancên Kongreya Star, girîngiya rêxistinbûna jinan di rewşa heyî de û geşedanên li herêmê axivî. Nesrînê li ser binpêkirina mafên jinan ji aliyê çeteyên dagirker jî nirxandin kir û da zanîn li herêma ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin, divê ku rêxistinbûna komînan were pêşxistin û wiha got: "Komîn cihê çareseriya pirsgirêkên gel û pêşxistina xizmet ji bo civakê ye."

Medya Berekat jî geşedanên di herêmê de nirxand û bal kişand ser hewldana dagirkeriya dewleta tirk li herêma bakûrê Sûriyeyê kir û got: "Armanc li vir derxistina şerê gelan e. Lê di serî de jin, em gelê herêmê vê planê vala derxin."
Newroz Haşim jî wiha axivî: “Di vê demê de pêwîstiya me bi yekbûnê heye. Bi sîstema Federal Demokratîk de dê mafên hemû gelan û di serî de yê jinan pêk tê. Em divê têgeha federaliyê û rola jinê bizanibin."

Di civînê de jinên ereb jî nêrînên xwe anîn ziman û derbarê pirsgirêkên ku jin di gund de dijîn axivîn. Jinan kêmbûna avê û xizmetên tendûrustiyê li gund rexne kirin û xwestin li ser vê yekê were sekinandin.

(fr/rc)