Parêzeran bi Gultanê re hevdîtin kir

16:03

JINHA

AMED - Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 5 rojan bi muwekila xwe re hevdîtin pêk anî. Parêzeran diyar kirin ku Gultan silavên xwe ji hemû kesî re şandine.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli 5 roj in di bin çavan de ne. Komek parêzerên ku di nava wan de parêzer Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin jî hene di bin çavan de bi Gultan re hevdîtin kirin. Parêzer çûn Midûryeta Polîsan a Amedê ya ku Gultan û Firat lê tên girtin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku wan bi Gultan re hevdîtin pêkanîne û rewşa wê başe. Mehmet, da zanîn ji bo bi Firat Anli re hevdîtinê pêk bînin dixebitin. Mehmet, anî ziman ku sekna wan a li midûryetê didome û wiha got: "Kişanak silavên xwe ji herkesê re şandine."

Mehmet, di hesaba xwe ya Twitterê de hevdîtin wiha parve kir: "Wekî parêzerên Gultan Kişanak me piştî 4 rojan hevdîtin pêk anî. Rewş û moralê wê pir başe."

(rc)