Ji bo hevdîtina jinan belavok hat belavkirin
16:54
JINHA
IDIR- Ji bo hevdîtina jinan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a li Idîrê belavok hatin belavkirin.
Xebatên kampanyaya Kongreya Jînên Azad (KJA) a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" bi hevdîtinên jinan didome. Xebatên KJA'yê yên ji bo hevîtina jinan a li Idîrê wê di 31’ê cotmehê de li Eyvana Dawetê ya Înciyê bê pêkanin berdewam dike. Di çarçoveya xebatên hevdîtinê de jinên ku di nava wan de Parlamentera Stanbolê Pervîn Buldan, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirimê, hevşaredar Şaziye Onder û KJA’yê li bajar, kolan û gundên Idîrê belavok belav kirin.
Jinên ku li taxên Karaagaç, Sogutlû, Ozgûr, Cumhuriyetê mal bi mal geriyan û 6 hezar belavok belav kirin. Di bernameya ku wê pêk were de Parlementera HDP’a Stanbolê Pervîn Buldan, Parlementera HDP’ê Mêrdînê Gulser Yildirim û Hunermendên navendê wê cih bigrin.
(hk-va/rc)