#JINHAnekarebêbêdengkirin: Yekemîn ajansa jinê ya cîhanê JINHA hat girtin!
23:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn ajansa nûçeyan a jinan ku di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir bi KHK’ê re îro hat girtin. JINHA ku heta îro bi şîara ‘Em dinivîsin… Em nafikirin ku mêr çi difikire dinivîzin’ bû dengê jin, zarok û hemû bindestan bi KHK ku AKP’ê êvarê derxist hat girtin. JINHA’ya li ser esasa jinê nûçegîhaniyê dike nekare bê bêdengkirin û wê ‘bêyî ku mêr çi hukmî dide’ bifikire wê binivîsîne.
Lijneya Wezîra du Biryarnameyên Hukma Qanûnê ya hejmar 675 û 676 weşand. Li gor biryarnameyan ajansa me JINHA, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û rojnameya Azadiya Welat ya bi Kurdî weşanê dike hat girtin.
JINHA di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanda xwe kiribû û îro KHK ya di pêvajoya OHAL’ê de pêk hatî hat girtin. JINHA wê li dijî dewleta mêr, li dijî hukmên hikûmeta mêr dide serî netewîne û wê ‘beyî ku mêr çi hukmî dide’ bifikire nivîsandina xwe bidomîne.
Dengê têkoşîna jinan JINHA
Me wek Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) di 8’ê Adara 2012’an de bi dirûşmeya ‘û em zimanê çapemeniyê diguherin. Piştî me wê çapemeniya cîhanê jî ne wek berê be’ pêngav avêt çapemeniya cîhanê.Ji bo guhertina zimanê mêr û ji bo guherîn bê ferzkirin, ji kameramanê heta nûçegîhanî, wênekêşvan heta edîtor, heta şefa nûçe, midûr hemû xebatkarên wê jinan cih girt û ajansê helwestek muxalîf nîşan da û wek ajansek alternatîf cih girt. Her çiqas em li her derê têkildarî zimanê nûçeyê de rastî mudaxaleyê bên jî, ti car tavîz nehat dayîn û xebat hatin meşandin. Me bi dehan carî bi lêv kir ku zimanê heyî jinên bi zimanekî pornografîk dikev nav qalibên zayenda civakî. Me hem wek rojnameger û hem jî wek jinê xebatên xwe meşand.
Şoreşa jinan a Rojava yekem car JINHA’yê ragîhand
Di encama helwesta me ya bi biryar û têkoşîna me ya mafdar de rojname û televîzyonên sala ewil nûçeyên me bikarnanîn êdî em wek referans girtin.Me bi nûçeyên xwe ispat kir ku meseleyên jinan eleqeder dike jiyan bixwe ye û di vî alî de divê nûçeyên têkildarî jinê de bên çêkirin. Di vê esasê de piştî îlankirina şoreşa Rojava şûnde yekem rojnamegerên çûn Rojava nûçegîhanên ajansa me bû û her wiha yekem ajansa cîhanê ya ku nîşan da Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye ajansa JINHA’yê bû.Tevî ku JINHA ajanseke çend mehan bû nûçegîhaniya şer kiriye û şerê li Sûriyeyê şopandiye. Tevî ku hevalên me yên nûçegîhan li Helebê çend caran bûn hedef jî şerê germ li Iraqê jî ji gel re ragîhand.
Ji Şengalê heta Wanê, ji Eqereyê heta Cîhanê
Ligel vê gotinên jinan yên di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatibû destpêkirin hatin dest girtin. Di êrîşa li Şengalê de jî yek nûçegîhanek li Şengalê bû ew jî ya JINHA’yê bû. Ji ber sekna xwe ya rêgezî û biryarbûna xwe hejmara nûçegîhanan bi dildaran niha gihiştiye 100’î. Heman serkeftin li Rojava jî pêk hat. Niha li Rojava li bajarên Kobanê û Qamişlo şaxên ajansê hene û li gelek bajaran jî nûçegîhanên wê hene. Li Şengalê hîna nûçegîhana wê heye û li Silêmaniyê jî şaxa wê heye. Li Tirkiyeyê jî navenda ajansê li Amedê, şaxên wê jî li Enqere, Stenbol û Wanê hene.
Nûçegîhanên me bi kelecana rojnamegeriyê hatin girtin!
Li herêmê nûçegîhên me hem ji ber nasnameya xwe ya jin û hem jî ji ber sekna xwe ya şoreşger gelek caran rastî êrîşan hatin û bûn hedefa polîsan. Nûçegîhana me Vîldan Atmaca bi hinceta wêneyê Arîn Mîrkanê parve kiriye hat girtin. Nûçegîhana me ya Amedê Bêrîtan Canozer dema nûçe dişopand bi hinceta ‘bi kelecan bûye’ hat binçavkirin û girtin. Nûçegîhana me ya Wanê Rojda Oguz jî piştî Vîldan azad bû şûnde, vê car ew hat girtin. Lê encam têkoşîna me de hemû hevalên me hatin girtin.
Dema li Cizîrê qedexe hat îlankirin şûnde, hevalên me yên nûçegîhan li taxên din neman û çûn taxên ku bûyer lê bû rojnamegeriya şer kirin. Di vê pêvajoyê de hevalên me bi dehan carî hatin gulebarankirin û hedefa bombeyan û guleyan. Hevalên me ji bo nûçeyên rast ragihînin xeta kanalîzasyonê bikar anîn û nûçe gîhandin gel. Herî dawî edîtora rojnameya me Zehra Dogan ji ber nûçeyên li Nisêbîn û Dêrikê derbas kiriye hat girtin. Zehra hîna di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye.
Di şer de hedef hat nîşan dan
Dîsa bi heman awayî bi mehan de ji Farqaîn, Sûr, Sîlopî, Nisêbîn, Dêrikê ku qedexeya derketina derve lê hatiye îlankirin jî nûçe derbas dikir. Di vê pêvajoyê de dihatin gulebarankirin, birîndar dibûn û di bin xetereya mirinê de nûçe çêdikirin. JINHA’yê di vî alî de ked da. Di pêngava rizgarkirin aŞengalê de hevalên me şer şopandine û bi rojan me agahî ji wan negirtibû. Li Sûrê hevalên me bûn hedef û bi giranî birîndar bûn. Hevala me Şehrîban Aslan bi guleya gazê ya polîsan darbe girt, xwîn çû ser mêjiyê wê û bi mehan di nexweşxaneyê de ma.
Nûçegîhaniya li ser esasa jinê
Em di têkoşîn û hewldana ku hemû nûçeyan li ser esasa jinê çêbikin de ne û hewl didin ku bi vê perspektîfê pêşkêş bikin.
Em bûn dengê jinên bedena wan hat teşîrkirin, jinê li girtîgehan îşkence dîtin, jinên li qadên berxwedanê parastina cewherî pêk anîn, jinên têkoşîna xweza û sendîkal dane, jinê hatine qetilkirin û rastî şîdetê hatine.
JINHA îro bi Biryarnameya Hukma Kanûnê hat girtin. Tevî hemû êrîş, astengî, binçavkirin û girtinan wê JINHA bêdeng nemîne, bi KHK’yan neyê bêdengkirin. JINHA wê bibe dengê jin û têkoşîna jinê.
JINHA wê li dijî hukmên dewleta mêr û hikûmeta mêr serî netewîne û wê ‘mêr çi hukmî dide’ nefikire û binivîse.
Weşanên hatine girtin wihane
Weşanên hikûmeta AKP’ê girtine wihane:Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a JIN (JINHA),Rojnameya Ozgur Gundemê (Stenbol), Rojnameya Azadiya Welat (Amed), Rojnameya Nûçeyan a Yuksekovayê (Colemêrg), Rojnameya Çagdaş a Êlihê (Êlih), Rojnameya Posta a Cizîrê (Şirnex), Rojnameya Haber a Hezexê (Şirnex), Rojnameya Guney Expres (Şirnex), Rojnameya Prestij Haber (Wan), Rojnameya Urfanatik (Riha), rojnameya Kiziltepenin Sesî (Mêrdîn), Kovara Tîroj (Stenbol),Kovara Evrensel Kultur (Stenbol),Kovara Ozgurluk Dunyasi (Stenbol).
(hu)