ROJEVA 30'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Platfoma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin jib o 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinan a Navneteweyî komîteyên 25’ê Mijdarê ava dike. Ji KCDP’ê Fîdan Ataselîmê bang li jinan kir ku di komîteyê de cih bigirin.
*Dengbêj Çîle Pekedîş ku êş û kêfxweşiyên xwe bi klamana vegot 65 sal li pey xwe hişt û diyar kir ku ew dixwaze bi klaman bimre.
*Prof Dr Fatmagul Bertay binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha êrîşa li dijî jinan nirxand û diyar kir ku li cihê ku siyast biqede şîdet dest pê dike û got: “Ez Tirkiyeyek ku azadiya fikr û ramanê lê heye û dikare lê siyast bê kirin xeyal dikim.”
*Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan a li Edenê jib o Zarok Tv ya hat girtin strana ‘Em Zarok Tv dixwazin’ çêkirin.
*Koma ku li Amedê bernameya ‘Duyemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ pêk anîn, xalek bi ser navê ‘Alim divê profîla jinên musliman derxe holê û ji boterbiyeyê wê bê xebitîn’ di encamnameyê de bicih kirin. Jinan jî diyar kirin ku ‘Ew nabin wek jinên ku kes dixwazin.”
*Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed di darbarê planên dagirkirina dewleta Tirkiyeyê ya li başûr û rojavayê Kurdistanê got ku divê her kes hişyar tevbigere û wiha axivî: "'Berxwedan li dijî parçekirina Sûriyê pêşdikeve."
*Jinên ku pêşengiya berxwedana gundê Sorkê ya Kantona Efrînê dikin armanca êrîşan pergala Federaliya demokratîke û gotin ku heya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.