Li gelek bajarên Tirkiyeyê komîteyên 25’ê Mijdarê tên avakirin

09:04

JINHA

STENBOL- Platfoma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin jib o 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinan a Navneteweyî komîteyên 25’ê Mijdarê ava dike. Ji KCDP’ê Fîdan Ataselîmê bang li jinan kir ku di komîteyê de cih bigirin.

Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinan a Navneteweyî amadekariyan dikin û Komîteyên 25’ê Mijdarê ava dikin. KCDP’ê li her barê ku lê ne amadekariyan dikin û bang li jinan kirin ku tevlî xebatan bibin.

‘Tevî zextan berxwedan heye’

Nûnera KCDP’ê Fîdan Ataselîmê diyar kir ku komîte li 32 bajaran çalakiyan pêk tîne û got bi şîara ‘em dest ji mafên xwe bernadin, emê ji bo laîkbûnê berxwe bidin’ di şert û mercên OHAL’ê de çalakiyan pêk tînin. Fîdanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li gelek bajaran jin serî li me didin. Bi taybet hevalên me yên jin yên zanîngehê serî li me didin.Tevî ku evqas zext zêdene li dijî vê berxwedanek heye û jin xwedî li hev derdikevin.

Fîdanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ew ji bo 25’ê Mijdarê amadekariyan dikin û wê Komîteyên 25 Mijdarê bên avakirin. Fîdan wiha pê de çû: “Emê di van komîteyan de 25’ê Mijdarê biaxivin. Di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de jin têkildarî pirsgirêkan de wê daxwazên xwe bînin ziman. Em jî difikirin ku heta wê rojê meş, çalakî û bernameyan pêk binin.”

Fîdanê bang li hemû jinan kir ku tevlî xebatê bibin û got ew ji pêşniyar û xebatan re vekirîne.

(ekip/hu)