Li gorî alimên oldar divê jin bên terbiyekirin!

09:12

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Koma ku li Amedê bernameya ‘Duyemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ pêk anîn, xalek bi ser navê ‘Alim divê profîla jinên musliman derxe holê û ji boterbiyeyê wê bê xebitîn’ di encamnameyê de bicih kirin. Jinan jî diyar kirin ku ‘Ew nabin wek jinên ku kes dixwazin.”

Avabûna bi navê Yekitiya Medrese û Aliman (İttihad'ul Ulema) li Amedê bi tevlibûna kesên ji Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê bernameyek bi navê ‘Duyemîn Hevdîtina Alimê Kurdistanê’ pêk anîn. Piştî bernameya di 22’ê cotmehê de pêk hat şûnde encamname hat weşandin û xaleke bal dikişand ya ji bo jinê hebû. Ji bo jinan ev biryar hat girtin: “Ev hewldana Aliman:Ji bo emperyalîst ji ser jinan civakê berbi fesadê nebe: divê profîla jina musliman derkeve holê û jin bê terbiyekirin.”

‘Em biryarên mêran nas nakin’

Jinan bertekên xwer li dijî vê anîn ziman. Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmazê diyar kir ku ew ti biryarên ku mêr li ser navê jinan digirin nas nakin.

‘Wê têkoşîna me bidome’

Rukiyeyê destnîşan kir ku bi hilberîna zîhniyeta serdest a mêr re rû bi rûne û di bin navê îslamiyetê de hewl didin jinê bi teşe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi zîhniyeta AKP’ê li Tirkiye û Kurdistanê li hember jinan êrîş pêk tê. Em wek jin vê polîtîkaya êrîşê ti car ji qebûl nakin. Di şerê ku ev du sale bi destê AKP’ê tê meşandin de yên destpêkê hedef hatine girtin jinin. Zîhnieta serdest û desthilatdar dixwaze jinan hepsê malê bike û ferastea jiyana azadixwaz a jinê, ji holê rabike. Em jin di her şert û mercî de wê dest ji berxwedana xwe bernedin. Tê xwestin ku civaka muhazakar bê afirandin û jin bi tevahî ji holê bê rakirin. Di civakek wisa de jî hêviya jiyanek nû wê nemîne.”

‘Divê encamname şûnde bê kişandin’
Rukiyeyê anî ziman ku divê jin di her qadê de cih bigirin û hedefa esas ya daxuyaniyên pêvajoya dawî li ser jinê tê kirin , êrîşa lidijî mezinbûna têkoşîna jinê ye. Rukiyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di bin sîwaneya îslamiyetê de xwedî girîngiyek mezine lê zîhniyeta serdest ya mêr vê cuda nîşan dide. Alimtiyek oldariyê ya wisa tine.Encamnameya hatiye aşkerakirin vê bê kişandin.Her wiha kesên tevlî civînê bûne jî divê bên lêkolînkirin.”

(sg/hu)