Jin pêşengiya çalakiyên gundê Sorkê dikin
09:16
JINHA
EFRÎN - Jinên ku pêşengiya berxwedana gundê Sorkê ya Kantona Efrînê dikin armanca êrîşan pergala Federaliya demokratîke û gotin ku heya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.
Jinên çalakger yên li gundê Sorkê ya navçeya Racoya Efrînê diyar kirin ku ew li hember êrîşên dagirkirina sînor çalakiyên rewa li dar dxin û gotin ku heya dawiyê ew ê li ber xwe bidin. Seroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Efrînê Ayten Şêx Îsa di derbarê berxwedana li sînor de wiha got: "Em di berxwedanê de ne. Li Sûriyeyê ev 5 sale di nav şereke giran de ye. Herî zêde jî hewl tê dayîn gelê kurd nebe xwedî vîn. Bi taybet piştî sîstema Federaliya Demokratîk îlan bû, çeteyan û Tirkiyeyê êrîşên xwe zêdetir kirin. Ji xwe rola dewleta Tirkiyeyê di avakirina rêxistina DAIŞ'ê de tê zanîn. Dewleta Tirkiye dixwaze desthilatdariya Osmaniyan dubare vegerîne. Lewre êrîşên xwe zêde dikin. Çav berdane axa Rojava."
'Li her çar aliyê Kurdistanê gelê kurd li ber xwe dide'
Aytenê bal kişand ser berxwedana gelê kurd ya li her çar aliyê Kurdistanê û wiha pêde çû: "Gelê me li bakûrê Kurdistanê di nav berxwedaniyê de ye. Li Rojhilat di girtîgehan de berxwedanî heye. Em jî li ser sînor li dijî dagirkeriyê li berxwe didin. Dewleta tirk hewl dide ku gelê kurd ji vir koçber bibe. Jixwe siyaseta înkar û tunekirinê pêk tînin. Em wek gel li vir xwedî dîrokek kevnarin. Ev axa me ye û emê tucar bernedin."
'Bi êrîşan re nikarin pêşiya mafên me bigrin'
Seroka Desteya Jinê ya Kontona Efrînê Fatma Lekto jî got ku, gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe ve li ser sînorê gundê Sorkê ne û wiha axivî: "Em vê dagirkeriyê şermezar dikin. Çiqas êrîş bikin û dîwaran lêbikin jî dê nikaribin pêşiya mafên me bigrin. Em bang li hêzên navnetewî jî dikin bila vê rastiyê bibînin."
'Vîna gel wê neşke'
Hevseroka Meclîsa Rêveber ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa jî wiha got: "Êrîşa dewleta Tirkiyeyê em lenet dikin. Gelê me bi rojan e li ser sînor e. Heya niha bi dehan kes birîndar bûne. Lê dê vîna vî gelî neşikê. Em amadene ku gelê xwe û vê vînê heya dawiyê biparêzin."
'Em wek dayikên şehîdan dê çemberek ji agir çêkin'
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Melek Ûş jî bi lêv kir ku armanca Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan ew e ku me ji herêmê derîne û wiha domand: "Axa me xeta me ya sor e. Ev sînor bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Dê Erdogan di vê xwînê de bifetise. Li bakûr jî gel divê êrîşên Erdogan vala derxîne. Leşkerên xwe li ser vir bikişîne. Em wek dayikên şehîdan dê çemberek ji agir çêkin û ji vir heya Qamişlo pêşiya dagirkeriyê bigrin. Mirineke wiha ji me re zêrê zer e. Ez bang li dayikên kurd û tirk jî dikim ku destûr nedin zarokên wan bi destên Erdogan werin kuştin."
'Divê gelê me jî her roj bêtir were ser sînor'
Rêvebera Kongreya Star Şêrîn Hesen jî wiha axivî: "Em di berxwedaniyê de li ser sînor in. Em amade ne her tiştî bikin. Divê gelê me jî her roj bêtir û zêdetir were ser sînor."
(cg/rc)