Bêyî ku agahiyekê bidin me ajansa me hat mohrkirin
10:49
JINHA
AMED - Bêyi ku agahiyeke fermi ji bo me bê dayin bi biryara KHK'ê ajansa me hat mohrkirin
Duh nivê şevkê bêyi ku agahiyeke fermi ji bo me bê dayîn, bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ajansa me ya nûçeyan JINHA ji aliyê hikûmetê ve hat mohkirin. Her wiha şeva din nîvê şevê bêyî ku em bên agahdarkirin, qufla deriyê ajansa me hatiye şikandin û kilîda wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye guhertin.
Ajansa me JINHA ajansa yekemin a jinan e ku heta niha 9 caran weşana wê hatiye astengkirin û herî dawî jî şeva din bi biryara ku ji aliyê dewletê ve hat dayîn bêyî ku agahiya me pê bixin kilîda wê hat guhertin û deriyê wê hat morkirin. Lê em soz didin ku ligel hemû astengî û êrîşan jî dê JINHA peywira xwe bi cih bîne û heta dawiyê dengê jinan ragihîne.
(gc/mk)