Kongreya Star: Em ê di xeta azadiya gelan de têkoşînjê bidin

13:27

JINHA

QAMIŞLO- Koordînasyona Kongreya Star ji bo êrîş û zextên dewleta Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Kongreya Star ji bo êrîşên dewleta Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga bilindkirina têkoşînê li jin û gelê kurd kir. Kongreya Star diyar kir ku li cihê ku vîna gel derdikeve, ew gel dibe armanca êrîşên dewleta Tirkiyê, lewre divê berxwedan were bilindkirin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

"Weke tê zanîn dewleta Tirkiyê ev demeke dirêje ku bi armanca qirkirina gelê K-kurd êrîşên hovane pêk tîne. Lê piştî ku statuya gelê kurd li Rojhilata Navîn hate guhartin û edî gelê kurd bi nasnameya xwe ya têkoşer ku bi armanca avakirina jiyaneke hevbeş tevdigerê derkete pêş û hêzeke rêxistinî ava kir, êrîş zêdetir kirin. Dewleta Tirk ji ve hêza ku pêşeroja herêmê diguhure gelek tirsiyaye. Ji bo vê her gelê ku sîstema xweseriyê yan jî federasyonê dipejirîne, dibê armanca erîşa dewleta Tirk.

Êrîşa dewleta Tirk li ser şaradariya Amedê û binçavkirina hevşaredaran, êrîşa li ser KJA û girtina siyasetmedarên jin tiştekî derveyî hûquqa dewleta Tirkiyê bixwe ye. Ev êrîş bi armanca binpêkirina vîna gelê Kurd tê kirin û bi vê êrîşa hûkumeta AKP'e re peyama nasnekirina hebûna gelê Kurd tê dayîn. Bê guman êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Rojavayê kurdistanê û bi teyîbet li ser kantona Efrînê diyar dike ku êrîş ne tene di sînorê Bakûrê Kurdistanê de ye, li her cihekê ku sîstema îradaya gelan derdikeve pêş, dibe hedefa dewleta Tirkiyê.

Em wek rêxistina jin a rojavayê Kurdistanê li beramberî van êrîşên hovene bêdeng namînin, bersîva me wê hêzkirina têkoşînê be. Heya dawiyê berxwedan wê xeta me ya sereke be.

Em wek Kongra Star, bi mehkûmkirina vê zihniyeta şoven, faşîst û desthilatdariya zilam, di xeta azadiya gelan de têkoşîna xwe bilind bikin û hêza piştgiriya me bi vî rengî bê dayîn û wetadariya têkoşîna me jî ev e."

(en/mk)