Jin li hember êrîşan daxwaza perwerdehiya parastinê dikin

10:54

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Jinên Komîna Şehîd Hêvîdar daxwaz perwerdeya parastinê dikin. Li ser vê yekê Rêvebera HPJ'ê Zîlan Hewram jî diyar kir ew ê di demeke kurt de daxwaza jinan pêk bînin. 

Ji ber êrîşên artêşa tirk û komên alîgir jinên Komîna Şehîd Hêvîdar ya bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê daxwaza perwerdehiya parastina cewheri dikin. Jinan diyar kirin ku ji her alî ve êrîşên pir-alî tên kirin û gotin ku ji bo parastinê ew daxwaza perwerdehiya parastina rewa dikin. Ev daxwaza wan ji hêla HPJ'ê erênî hate dîtin hat gotin ku di demek kurt de wê ev daxwazî pêk were. 

'Ji bo parastinê em ê li benda mêran nemînin'

Endama Komîna Şehîd Hêvîdar Sediye Nayîf wiha got: "Em dixwazin fêrî bikar anîna çek bibin ,ji bo ku ji rewşeke awarte re  em amade bin. Em ê li benda mêran nemînin û divê em barê parastinê hilgirin ser milên xwe. Lewre ji bo me perwerdeya parastina rewa pêwîste. Ez naxwazim dest ji axa xwe berdim, yan jî axa me were dagirkirin. Heya can di bedena me de hebe em ê parastina axa xwe bikin."

'Em xwe bixwe dikarin parastina welatê xwe bikin'

Nesrîn Emîn jî diyar kir ku ew fêrbûna parastina rewa  pêwsît dibînin û wiha pêde çû: "Ji bo gelê me fêrbûna parastinê pêwîstiyek serekeye. Parastina welat ne tenê ji mêran tê xwestin, parastin ji hemû gel tê xwestin û divê herkes xwe berpirsyar bibîne. Em ê nehêlin ku tu kes destên xwe bide jinê û wan biperçiqîne, an jî wan koçber bike ser axa me. Em xwe bixwe dikarin parastina welatê xwe bikin, axa me pir hêja ye, divê ku em xwedî lê derkevin û parastina wê bikin."

'Divê jiyana gelê me li gorî rastiya şer amede bibe'

Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî Zîlan Hewram jî têkîldarê mijarê wiha axivî: "Yek ji projeyên Rêber Apo daye pêşiya me, em xebatên parastina rewa pêşbixin. Vê jî di nav civakê de pêş bixin. Ji ber ku civaka bê parastin, tu carî nabe û divê hemû gel xwe biparêze û xwedî li axa xwe derkeve û ji bo vê jî hin projeyên me hene ku hemû endamên komînan perwerde bikin. Em vê xwesteka komîna jinan jî pir erênî dibînin. Çi perwerde were xwestin em ê bi qasî hêza xwe bidin. Jixwe rojavayê Kurdistanê ji pêvajoyeke hesas dibore. Lewre jî divê jiyana gelê me li gor rastiya şer amade bibe."


 (en/rc)