Jinên ereb ji serkeftina YPJ'ê li Reqayê bawerin

11:04

Zîlan Cûdî/JINHA

TIRBESPIYÊ- Jinên ereb derbarê despêkirina operasyona Reqayê ya ku ji hêla QSD û hêzên pêşeng YPJ-YPG'ê di 5'ê mehê destpêkir de kêfxweşiyên xwe parvekirin û diyar kirin ku dê YPJ'ê jinên li Reqayê jî rizgar bikin.

Operasyona Xezeba Firatê ku ji hêla QSD'ê bi pêşentiya hêzên YPJ-YPG'ê destpêkiriye, ji bo gelê Rojava, bi taybet jî gelê ereb bûye çavkaniyeke mezin ya kêfxweşiyê. Reqa ji sala 2014'an heya niha ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Jinên ereb ên bajarê Tirbesipiyê ya ser bi Kantona Cizîrê jî derbarê hemleyê de nêrîna xwe anîn ziman. Jinan spasiya YPJ'ê jî kirin û azadiya tevahiya jinan daxwaz kirin. 

'Tevlîbûna jinan di operasyonê de cihê kêfxweşiyê ye'

Heniye Ehmed diyar kir ku destpêkirina Hemleya Xezeba Firatê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha domand: "Bi taybet jî tevlîbûna jinê cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber me jinên ereb pir êş kişandin. Xwîşk û birayên me li Reqayê hîna vê îşkenceyê dikişinin ji destên çeteyên DAIŞ'ê. Hêviya me bi şervanên jin ên YPJ'ê heye. Ji ber wan li herderê ji jinê re azadî anîn." 

'Hêviya me heye'

Henîn Ebdullah jî hêviya xwe ya azadiya Reqayê wiha parve kir: "Em ji hêza QSD'ê hêvîdar in. Bi taybet em spasiya şervanên YPJ'ê dikin ku bi armanca azadiya jinên ku di destên çeteyan de jiyana wek dojeh dijîn, xistine pêşiya xwe. Hêviya me heye ku çawa me li Rojava azadî dît, hemû jinên din jî azad bibin."

'Dê hemû jinên Reqayê azad bibin'

Renda Sebîr jî wiha axivî:  "Hemleya Xezeba Firatê ku azadiya Reqayê hedef dike xwedî wateyeke pir mezin û girîng e. Ji ber xilasiya gelê Sûriyê ji terorîzma DAIŞ'ê ye. ez spasiya YPJ'ê dikim ku ev erk dane ber xwe. Dê hemû jinên Reqayê azad bibin."

(şz/rc)