Pêdivî bi alîkariya dermanan ji bo Kampa Newroz heye
21:52
Rûken Dêrik/JINHA
DÊRIK- Hevseroka Heyva Sor ya Kurd Newroz Xelîl diyar kir ku ji ber ambargoya li ser herêmê û astengiya PDK'ê ew nikarin pêdiviyên derman yên Kampa Newrozê bi aweyek lezgîn pêşwazî bikin.
Heyva Sor ya Kurd li rojavayê Kurdistanê ku di sala 2012'an de di meha çileyê de hatiye birêxistinkirin, di warê alîkarî û xizmeta tendûristiyê ji bo gel xebateke girîng dimeşîne. Ji dema ku koçberên Şengalê ku ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dane Rojava û li Kampa Newroz bicih bûne, rêxistina Heyva Sor ya Kurd li kampê dest bi xebatê kiriye. Hevseroka Rêxistina Heyva Sor ya Kurd Neworz Xelîl hem xebatên dimeşînin, hem jî pêdiviyên xwe anî ziman.
'Me li Xatûniyê pêşwaziya koçberan kir'
Newrozê da zanîn ku piraniya endamên wan jin in û ew karê xizmeta mirovî dikin, lê ji ber ambargoya PDK'ê li ser Rojava zehmetiyan dijîn û wiha got. "Dema koçberên Şengalê hatin Rojava, em wek Rêxistina Hevya Sor a Kurd çûne Xatûniyê pêşwaziya koçberan. Wê demê 150 malbat hatibûn. Paşê em hatin kampa Newroz, li vir jî me xizmetên xwarin û tendûristiyê pêk anî. Me bixwe jî zehmetî kişand, lê ligel vê jî pir xizmet hatkirin."
Bêy ferq û cudahî xîzmet dikin
Newrozê da zanîn ku ew wek navendek biçûk li Kampa Newrozê xebatê xwe dikin û wiha domand: "Ji sibehê seat 8:00'an heya 20:00'an êvarê em xizmeta tendirûstiyê didin. Li gor derfetên xwe em nexweşên sivik derman dikin, yên giran jî dişînin nexweşxaneyên bajarê Dêrikê. Ambûlansa me jî li vir e. Em li vir bêyî ferq û cudahî xizmet dikin. Gelê ereb, an jî kurdên misilman ên nêzîk jî tên vir û derman dibin. Em jî bê ferq û cûdahî li wan dinêrin." Newrozê da xuyakirin ku wan dixwest ji bo jinan navendeke taybet vekin ji bo ku di rewşên lezgîn de ew neçar nebin biçin bajêr, lê belê ji ber pirsgirêka madî ew nekarine hîna vê yekê pêk bînin.
PDK'ê derbasbûna dermanan asteng dike
Newrozê bal kişand li ser ambargoya PDK'ê ya li herêmê û wiha pêl da gotina xwe: "Pirsgirêka me ya herî sereke niha ji deriyê Sêmalka derman nayê. Ev jî neyînî bandor li ser xebatên me yên tendûrustiyê û xizmeta mirovî dike."Newrozê destnîşan kir ku ew nexweşiyên zarok, jin û mudaxeleya sereke li navenda xwe pêk tînin, lê belê di mehên dawî de kêmbûna dermanan, bûye sedema nerazîbûna gel jî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di aliyê derman de kêmanî hene, em nikarin hertiştekê temîn bikin. Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî dide me, herwiha rêxistina UPT ya Îtalyan jî alîkarî rêkiribû, lê PDK nehişt ku derman derbasê Rojava bibin. Rojava di nav dorpêçê de ye. Divê ev hemû ji hêla gelê me ve li ber çav were derbaskirin."
Newrozê di dawiyê de banga alîkariyê li tevahî rêxistin û gel kir ku bikaribin pêdiviyên gel pêşwazî bikin.