Şaredariya gundê Çelebî bi merasîmekê hat vekirin

16:42

JINHA

KOBANÊ - Li ser daxwaza 96 şêniyên gundên ku dikevin rojhilatê Kantona Kobanê TEV-DEV bi merasîmekê şaredariyek li gundê Çelebî vekir.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên 96 gundan, welatiyên gundên xeta rojhilatê Kantona Kobanê bi alîkariya TEV-DEM şaredariya Gundê Çelebî yê li Rojhilatê Kobanê vekirin. Bi dehan welatiyên gundên xeta rojhilatê Kobanê, endamên Şaredariya Kobanê, hevseroka şaredariya Gel a Kobanê Zehra Berkel û endamên TEV-DEM'ê di merasîma vekirinê de amede bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê bena sor ji hêla malbatên şehîdan ve hate qutkirin.

Di merasîmê de ji rêveberiya TEV-DEM'ê Malik Mîtan axifî. Malik got ku ew îro saziyên giring bi saya şehîdan vedikin û wiha domand: "Em îro saziyeke giring ku yek ji bingehên sîstema me ya xweseriya demokratîk e vedikin. Êdî em gav bi gav vê sîstemê ava dikin û dixwazin li hemû Kurdistanê berfireh bikin. Ev sîstem di nava dijminê me de tirseke mezin ava kiriye. Ji bo vê yekê êrîşên gelek mezin bi destê dijminên gelê kurd û bi serkêşiya AKP'ê û Erdogan dest pê kiriye. Armanca wan a sereke jî tunekirina sîstema xweseriya demokratîk e."

'Şaredarî eynika hemû qadên me ye'

Bi navê Şaredariya Kobanê Mustefa Ebdî axifî. Mustefa spasiya hemû kesên ku di vekirina Şaredariya Gundê Çelebî de ked dane kir û wiha got: "Şaredarî bi gotineke biçûk eynika hemû qadên me ye. Li gorî xebatên ku tê de were meşandin xebatên me yê din jî di astên din de tên diyarkirin."

Hevşardarên Gundê Çelebî Xedîce Osman vekirina şaredariyê pîroz kirin û wiha axivî: "Ev yekemîn şaredariye ku li xeta rojhilatê Kobanê tê vekirin, ev şaredarî ji bo xizmeta gel tê vekirin, em bi hêvî ne ku hun jî bi me re bibin alîkar da ku em bikaribin karê xwe lipêş bixin." Kurdo Xelîl jî ev tişt gotin:"Ji bo jiyaneke bi rûmet em ê kar bikin û soz didin ku em ê karê xwe bi edalet û wekhevî û bêcudatî pêkbînin."

Di dawî de, ji rêveberiya PYD`ê Ehmed Oso vekirina şaredariyê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Em bi hêvî ne ku kesên ji bo erkê şaredariyê hatine hilbijartin bi rengekî wekhev xizmeta gel bikin û erkê xwe bi cî bînin."