Li gundê Çelebî şanoya 'Jin Jiyan e' hat pêşkêşkirin
16:45
JINHA
KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina şîdeta li ser jinê Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê şanoyek li gundê Çelebiyê pêşkêş kir.
Roja şîdeta li ser jinê nêz dibe, bi vê boneyê gelek çalakî ji bo şermezarkirina şîdeta li ser jinê tên lidarxistin. Li Kantona Kobanê jî ji bo şermezarkirina şîdeta li ser jinê, Navenda Çand û Hûner a Baqî Xido şanoyek bi navê "Jin Jiyan e" li gundê Çelebî pêşkêş kir.
Di temaşekirina şanoyê de welatiyên gundê Çelebî û endamên TEV-DEM'ê amade bûn. Naveroka şanoya "Jin Jiyan e" ew bû ku jin di jiyanê de her dem dibe qurbaniya hişmendiya mêrê serdest û şîdeta pergala desthilatdariyê. Di nav de rastiya jina azad, afrêner û berxwedêr ku bi xwe jiyanê diafirîne anî ziman.
Şano bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.