Têgeha Umî divê bigihîje wateya xwe ya rast - ANALÎZ

09:42
ANALÎZ" class="social-twitter">

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR – Jin ku bi afirînerî, xweliqkar, fedakarî û taybetmendiyên xwe ya bi wîjdan, civakîbûn û berxwedanî di jiyanê de rol dileyîze, lê belê pir têgeh hene ku vê rastiyê didin nixumandin hene.

Yek ji têgeha ku diviya di zimanê civakê de pîroz bihate dîtin û bi wateya xweliqkarî, fedakarî, afirîneriya jinê bihatana bikar anîn, lê belê ji ber zihniyeta desthilatdariya mêr hatiye berovajî kirin têgeha Umî (dayik) bi zimanê erebî ye ku tê wateya dayikê.

Gotina Umî ku diviya pîrozbûna dayikê îfade bikira, di zimanê fermî yê erebî de ji bo kesên ku xwendin û nivîsandina wan tune be, heta pirî caran wek bê agahî û cehaletê tê bikar anîın. Di vê nêzîkatiya çewt de nezantî û dayik wek hev tê dîtin û zanebûna giranbuha ya jin-dayikê jî tê biçûk xistin.

Li gor ferhengokên zimanê Erebî peyva 'Umî' wiha tê pênasekirin: "Dayika min (UMÎ), ya ku nizane binivisîne û bixwîne û tê wateya nezanînê." Di vir de jî diyar dibe ku zihniyeta zilamsalar ya mêr dixwaze jinê wek nezan, bêhêz û pêveka mêr nîşan bide. Dayiktiya ku li gor mentiqa mêr li ser jinê tê ferzkirin û wek nasenemeyeke jêneveger ya jinê tê bidestgirtin, di heman demê de bûye îfadeya pasîfbûn, ji fêrbûn û fêrkirinê bêpar.

Bêguman pir têgehên din jî yan bi tevahî hatine berovajîkirin, an jî li ser jinê bi zorê hatine ferzkirin ku wê di pir aliyan de ji rola xweliqkariya civakî dûr bixin. Gotina 'Umî' jî ku wek nezan tê bikar anîn, di esas de metirsiya mêrê serdest ji zanîna jinê eşkere datîne holê. Di encam de yekemîn zanîna ku derbasê mirov dibe, ji hêla dayikê tê kirin. Ango mamosteya her mirovek dayike. Lê mêrê çavnebar ji bo vê rastiyê piştçav bike, pir bi fêrkarî gotina 'Umî' berovajî kiriye. Dayiktî ku ked, fedakarî û fêrkariyeke mezin dixwaze, ji hêla civakê û pêşketina civakî xwedî giringiyeke mezin e. Di esas de tenê ev qad ji jinê re hatiye hiştin, lê mêrê çavnebar ev jî berovajî kiriye.

Lewre hewceyî heye ku jin bi zanista nûjen ya ku kokên xwe yê dîrokê digere, hemû têgeh û pênaseyên derbarê xwe û jiyanê de dubare bidest bigire, ji moxila rastiyê derbas bike û wiha bikar bîne.