Viyan şer kir û xweşik bû lewre pir hat hezkirin

09:50

Civîn Girbawî/JINHA

QAMIŞLO - Şervana YPJ'ê Asya Remezan Enter (Viyan Enter) hezkirin, eqşa azadiyê û xweşikiya jinê di têkoşîn û sekna xwe de nîşan da.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Asya Remezan Enter (Viyan Enter) wek jinek bedew a kurd ku BKC li ser milan, rûyê wê biken û coşa serkeftinê dijiya, di cîhanê de hat nasîn. Viyan hezkirin, eşqa azadiya û xweşikiya jinê di têkoşîn û sekna xwe de nîşan da, wê ji bo xweşik bibe şerkirin hilbijart û her ku şer kir jî bêtir xweşik bû û hat hezkirin. Viyan Enter di sala 1998'an li bajarê Qamişlo ji dayikbû, ew tekane xwîşka 3'ê birayan bû û li malbateke welatparêz mezin bû ku çendîn kes ji wan di refên têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn. Viyanê jî di sala 2014'an berê xwe da çeperên şerê azadiyê.

Viyan di sala 2015'an tevlî Hemleya Holê û Şedadê bû, bi wêrekî û cesareta xwe ku tirs dixiste dilê dijmin, hat nasîn. BKC'ya wê jê re bû heval û hogirê kêliyên herî zehmet. Wê bi kîn û nefreta ku tola hemû rêhevalên xwe hilîne, guleyên BKC'ya xwe direşand ser çeteyên DAIŞ'ê. Ji bo wê şerkirin bibû rêya gihîştina jiyaneke bedew ku tê de aştî û aramî hêlîn vede.

Viyan di 30'ê tebaxa îsal de di şerê li Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla li Minbicê ji şerbeta nemirinê vexwar. Cîhanê jê re got 'Keça herî bedew a kurdan' û wê jî got ku 'Ya şer bike xweşik dibe û ya xweşik dibe tê hezkirin.'

'Ji hevalên xwe pir hez dikir'

Dayika Viyan Zeyneb Nûrî diyar kir ku Viyan di zaroktiya xwe de ji aliyê hevalên xwe ve gelek dihat heskirin û wiha got: "Li derve kîjan zarok bidîta pê re dileyîst, ew dianî malê. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Heya refa 6'an xwend, paşê bi pîrka xwe re çû gund jiya. Demekê li başûrê Kurdistanê jî ma. Ligel ku ji dibistanê hez nedikir, tenê ji bo hevalên xwe diçû dibistanê. Dilê kesêkê nedihişt."

'Koletî qebûl nekir'

Zeynebê pêvajoya tevlîbûna Viyanê wiha vegot: "Viyan zewicî, lê piştî 3'ê mehan vegeriya û got 'Ez nikarim koletiyê qebûl bikim'. Wê û hevjînê xwe hev berdan. Paşê çû perwerdeya parastinê, piştî 15 roj perwerde dît, vegeriya malê. Viyan guherî bû û lêgerên wê cuda bibû. Tevlî YPJ'ê bû. Dema cara yekem çû hemleya Minbicê, lingên wê birîndar bû. Şûşe ketibûn lingên wê. Ji bo derman bibe hatibû Qamişlo, lê qet sebra wê nedihat, her digot 'ezê biçim.' Dubare çû. Herî dawî ku hat ligel ku lingên wê wemirîbû jî, dilê wê ji bo hevalên wê lêdida. Li gor ku hevalên wê gotin, çeteyên DAIŞ'ê êrîşê noqteya wan kirin û Viyan ji bo hevalên xwe xilas bike, şer dike. Viyanê di her şerekê de hevalên xwe xilas dikir. Nedixwest kes di tengaviyê de bimîne. Li Minbicê ger derfet bidîta, ji me re telefon dikir, yek bi yek pirsa herkesê dikir. Lê piştî 20 rojan ku xatir ji me xwest, cenazeyê wê anîn sarxaneya taxa Enteriyê ya Qamişlo û me ew bi serbilindî spart axê."

'Êşên xwe tucar nîşan nedida'

Dotmama Viyanê Rêwîn Enter jî anî ziman ku ew û Viyan ji xizmê hev zêdetir wek hevalê hev bûn û wiha axivî: "Me pir ji hev hez dikir. Malbata min li Şamê bû, ya apê min li Qamişlo dijiya. Ez û Viyan li benda cejnan diman ku hev bibînin. Bûyerên Sûriyeyê destpêkirin, malbata min jî hatin Qamişlo û derfetê me çêbû ji nêz ve em bi hev re bin. Hevala Viyan êşên xwe tucar nîşan nedida. Kesayeta xwe bihêz dikir. Carekê min ew bi henekî li erdê xist, lê wê jî gote min 'Ez kesayeta xwe li cem kesekê lewaz nakim, êşên xwe nîşanî kesê nadim."

'Qet di dilê wê de tirs tune bû'

Rêwînê da zanîn ku Viyan ji seyaranê û govendê pir hez dikir û wiha pêde çû: "Çiqas dem biboriya jî tişt di bîra wê de bû û dizanî çawa bîne ziman. Xwedî kesayeteke pir xurt bû. Ev jî dibû sedem pir jin wê ji xwe re mînak bigrin. Qet di dilê wê de tirs tune bû. Nîv salê em li yek dibistanê bûn. tenê ji ber hevalên xwe diçû dibistanê. Me hertim bi xwe re hin tiştên xwarinê dibir dibisanê, heya hevalên wê tev nehatibûna, xwarin nedixwar. Carekê min beriya ku tev hevalên me werin dest bi xwarinê kir, pir bi hêrs bû û ew xwarin tev rijand. Di dibistanê de jî neheqî qebûl nedikir. Mirov dikare bêje ew aşiqê hevalên xwe bû. Dema hevaleke wê biqehirîba, pê re mijûl dibû heya ku sedema wê bizanibûya."
'Pir dilnizm û hevalhez bû'

Rêwînê kesayeta bi biryar ya Viyanê jî wiha rave kir: "Hedefek li pêşiya wê hebûya, îlleh diviya bi ser bixista. Pir bi israr bû. Pir dilnizm û hevalhez jî bû. Elbet ev zêde nîşan nedida. Ji şadiyê û kêfxweşiyê jî hez dikir. Bi bîranînekê ez vê israra wê bînim ziman. Em bi hev re çûn başûrê Kurdistanê, rojekê em çûn seyrana çiyayê Bêxêr. Çiyayeke bilind bû, bi israr got 'em ê bigihîjin lûtkeya wê'. Em çend heval bi caran ketin erdê û me xwest em vegerin, dîsa jî wê bi israra xwe em birin jorê. Ev jî îradeya wê nîşan dide. Bi me bûya em ê vegeriyana. Lê ew ê em heya dawiyê birin."

'Di nav têkoşînê de ji bo hevalên xwe dikarî ruhê xwe jî feda bike'

Şervana YPJ'ê Eylem Cesûr ku bi Viyanê re heman çeperên têkoşînê parve kiriye wiha got: "Hevala Viyan dema tevlî bû, destpêkê çû tabûra Qûdur Beg, paşê hat ba me tabûra Şehîd Rojda. Di destpêkê xwe zêde nedida nav hevalan. Dixwest me nas bike. Paşê bi kêfxweşî û coşeke mezin tevlî bû. Em bi hev re çûn hemleyan. Me demeke pir xweş bi hev re derbas kir. Tevlî Hemleya Rizgarkirina Minbicê bû, li wir birastî hevaltiya xwe nîşan dida. Ger hevalek westiyabûya, şehîd Viyan jê re xizmet dikir, di bû alîkar. Hertim dikeniya. Di nav têkoşînê de ji bo hevalên xwe dikarî ruhê xwe jî feda bike. Çeka BKC bikar dianî, ligel ku barê wê pir giran bûya jî barê xwe nedida kesekê û bi ser de jî barê hevalên xwe radikir. Pir dihate hezkirin. Pir kedkar bû û ji her kesê re hevaltiyeke rast dikir. Di kesayeta wê de leşkertî xuya dikir. Tiştên şaş nedikir, dixwest bibe serbilindiya heval û malbata xwe. Herî bêtir jî dixwest jinan tevlî bike. Digot 'ez ê jinan ji jiyana koletiyê xilas bikim'. Em di şer de bi hev re man."

'Di şerê xwe de pir wêrek bû'

Eylemê xeyalên bedew ên rêhevala xwe jî wiha anî ziman: "Di şerê xwe de pir wêrek bû. Di heman demê de ji herkesê re dibû moral. Dixwest çi tişta baş hebe, wê bike. Hêviya wê ya herî mezin ew bû ku Rêber Apo azad bibe û şer bidawî bibe. Hertim xeyala jiyaneke bê şer ku zarok tê de neyên kuştin, jin û mêr bi hev re wekhev bijîn dikir. Me behsê jiyana hevalan dikir. Em diçûn malbatên hevalên şehîd. Ji bo ku malbat me wek zarokên xwe bibînin. Hevala Viyan pir zû bi herkesê re germ dibû. Jiyana wê tev têkoşîna YPJ'ê bû. Beriya ku herî dawî biçe Minbicê, ji min re got 'Ez ê biçim Minbicê û nema vegerim."

'Di şerê Minbicê, şerkeriya wê gihîştibû lûtkeyê'

Eylemê bi lêv kir ku ew ligel Viyanê gelek nîqaş pêk aniye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Beriya şehîd bibe bi sê rojan li ba me bû. Pir dixwet tabûra me dubare kom bibe û em bi hev re biçin şer. Di hemleya Minbicê de, şerkeriya wê gihîştibû asteke bilintir. Hevalan gotin dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê wan dikin, ew heya guleyên dawî ya BKC, kleş û bombeyên xwe xilas kir, şer kir û wiha şehîd bû. Em jî soz didin ku xwîna wê li erdê nehêlin. Em ê di şopa wê de bin. Bi azadiya Rêber Apo re jî, em ê xeyala Viyanê û bi hezaran şehîdên xwe yên qehreman pêk bînin."