MEYA-DER: Em malbatan teqez tenê nahêlin

09:50

JINHA

AMED – MEYA-DER ya ku bi xizmên windayan re têkilî danîn û ji bo definkirina cenazeyan xebat meşandin, deriyê wê morkirin. Hevseroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle diyar kir ku ji vê pêvajoyê şûnde zêdetir wê ezyet bi malbatan bê kirin û anî ziman ku wê ti car malbatan bi tenê nehêlin.

Bi sedan komleyên ku bi armanca piştevaniya mafên xizan, zarok, jin û bindestan hatin avakirin, hatin girtin û niha jî deriyê wan tên mohrkirin. Yek ji cihên ku hatiye morkirin Komeleya Xizmên Windayên Mezopotamyayê (MEYA-DER) ya di 2008’an de hatiye avakirinê ye. Komeleyê bi malbatên ku xizmên xwe winda kirine yên li bajarên Tirkiyeyê re jî ketin têkilyê û bi definkirina kar û barê cenaeyan re elqeder bû û bi hezaran malbat gihandin cenazeyên zarokên wan.

‘Wê zêdetir zehmetiyan ji malbatan re derxînin’

Hevseroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle diyar kir ku ji destpêka xebatên wan heta niha bi malbatan re di her mijarê de ketine nava piştevaniyê û wiha pê de çû: “Me alîkarî dida malbatên ku xizmên xwe winda kirine û li cenazeyên wan digeriyan. Beriya komele bê girtin rastî gelek astengiyan hat. Dema em bi malbatan re bûn jî gelek zehmetî derdixistin. Niha em ne li gel wan bin wê zêdetir astengiyan ji wan re derxînin. Em vê mohrê qebûl nakin. Ji ber ku ev dij hiqûqê ye. Bi vê yekê re dixswazin me ji xebatên me dur bixînin. Bila her kes baş bizane ku komeleya hatibe girtin jî wê xebatên me ji nûve bidome. Heta hêz di milên me de hebin emê li gel malbatên xwe bin.”

‘Ger hewcebe emê cenazeyan li ser milê xwe hildin’

Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê wek berê xebatên xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Ev saleke êrîş li dijî gelê met ê kirin. Li Sûr û Cizîrê me gelek malbat dîtin û bila her kez bizane ku ne em malbatan berdidin û jî malbat me berdidin. Ji bo cenazeyan erebeyan nadin. Her tim pirsgirêkan derdixin. Heta hêza me hebe emê cenazeyan li ser milê xwe hildin. Emê wisa teslîmê malbatan bikin. Çi hewce be emê bikin.”