Hejmara duyem a ‘Ozgur Gundem Zindanê derket’
09:51
JINHA
MÊRDÎN – Hejmara duyemîn ya rojnameya ‘Ozgur Gundem Zindan’ ku ji aliyê girtiyên jin yê girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derdixin, derket. Di rojnameyê de dîsa cih dan nûçeyên girîng. Nûçeyek jî têkildarî ku tevî ku eleqeyek mezin ji bo hejmara yekemîn hat nîşandan û îdareya girtîgehê zext li girtiyan kir jî di vê hejmarê de cih girt.
Piştî girtiya Rojnameya Ozgur Gundemê, girtiyên jin li dijî girtiya rojnameyê ‘Ozgur Gundem Zindan’ weşandin û hejmara wê ya duyemîn hat weşandin. Hejmara yekemîn ya di meha îlonêde hat weşandin rastî eleqeyeke mezin hatibû. Di nav de edîtora JINHA’yê Zehra Dogan jî heye girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rojname amade kirin û zextên li ser çapemeniyê derxistin manşetan. Rojnameya ku bi manşeta ‘Em girtîbin jî her du destên me li sûkura we ye’ derket û wêneyên wê jî dîsa xêzin. Di rûpela yekemîn de zextên îdareya girtîgehê ya li ser girtiyên jin ya ji bre hejmara yekemîn a rojnameyê cih girt. Jinan têkildarî mijarê de cih dan daxuyaniyek çapameniyê û diyar kirin ku yên ku dibêjin qey emê dest ji xaka xwe berdin carek din dîtin ku em têk naçin û berxwedanê bi biryara xwe didomînin.
Di rojnameyê de rûpela jin, polîtîka, forum, civak, jiyan, rojane, çand, ciwan û ekolojî heye û rupela nivîsan a ji girtîgehê jî ji Rojnameya Azadiya Welat re hat veqetandin. Hemû nivîsên rûpelê jî Kurdî ne.
Her wiha di rojnameyê de nûçeyên têkildarî Rojvan Bebek yê bi dayika xwe Leyla Eleftoz Baran, zextên liser girtiyên jin cih girt. Gelek qunçiknivîs jî li bende xwendevanên xwene.