Sarmaşik: Ji bo piştevaniyê emê alternatîfa biafirînin
09:53
JINHA
AMED – Komeleya Sarmaşikê ku xwe gîhand 5 hezar û 400 malbatên ji ber şer û koçberiyê xizan bûne, hat girtin. Endama Lijneya Rêveberiyê Meryem Demîrê diyar kir ku wê alternatîfa pêş bixînin û wê hewldanên wan yên ji bo piştgiriya malbat û xwendekaran bidome.
Komeleya Sarmaçikê ku 11 sale faliyetan dimeşîne din ava 370 komeleyên ku hatin mohrkirinê de ye. Komele bi 5 hezar û 400 malbatî û 32 hezar kesî re din ava piştevaniyê de bû û ji bo malbatan 180 hezar carî piştgirî dane.
Zarok wê bursê nekaribin bigirin
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyê Meryem Demîrê diyar kir ku Sarmaşikê di du qadan de xebat meşandiye û yek xurek û ya din jî perwerdehî bûye. Meryemê bi lêv kir ku wê niha malbat di her dua liyan de zehmetiyan bikişînin û got wê zarok niha nekaribin bursên xwe bigirin û wê zehmetiyan bikişînin.
Meryemê bi lêv kir ku ji 5 hezarî zêdetir malbat piştgiriyê ji Sarmaşikê digirin û got ji sedî 98’ê wê jinin.
Meryemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ne tenê alîkariya aborî, ya civakî, psîkolojîk jî didan jinan û ji pirsgirêkan re çareserî didîtin. Meryemê di dawiya xaftina xwe de bi lêv kir ku wê alternatîfan biafirînin û wê hewldanên wan bidomin.