Xeyalên Saryayê hilgirt, berê xwe da azadiyê

09:54

JINHA

STENBOL - Nursel Înce (Sarya) ku xeyalên xwe hilgirt û li çiyan nemir bû ji aliyê xwişka wê Yuksel Înce ve hat vegotin. Yukselê wiha got: “Karekterekî wê yê bi înat hebû. Tişta ku bikira serê xwe dikir. Dema em biçûk bûn di her lîstikê de rêberî dikir. Em li taxê dilîstin û me pêşbirk dikirin. Nurselê her tim qezenc dikir.

Di rojnameyê de dixebitî lê têkiliya xwe ji hunerê qût nedikir

Nursel Înce (Sarya) di 15’ê Sibata 1975’an de li navçeya Arpaçay a Qersê li gundê Carci hat dinê. Bavê wê di 1978’an de tayîna wî diçe Burdurê û piştî Burdurê di 1988’an de koçî Stenbolê dikin. dibistana seretayî û navîn li Burdurê lîseyê li Stenbolê diqedîne. Nursel di dawiya 1992’an de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di reksê de cih digire. Di 1994-1995’an de di rojnameya Ozgur Ulke de di rupela jinê de xebatan dimeşîne û tevî rojnameyê têkiliya xwe bi hunerê re qût nake. Nursel di KAYDER’ê de di 1995’an de di Govenda Hîlo de karekterê Sarya dilîze. Di 1995’an de tevlî têkoşîna azadiya Kurd dibe û di 1997’an de jiyana xwe ji dest dide.

‘Nurselê Sarya xist jiyanê’

Xwişka wê Yuksel Înce dema behsa Nurselê dike diyar dike ku Nurselê Sarya zindî kiriye û wiha pê de çû: “Wê navê xwe ji wê lîstikê girt. Lîstikek Kurdî bû û ji ber vê gelek bi kelecan bû. zimanê Kurdî nizanibû lê Sarya ji xwe karekterî bê ziman bû. Karekterekî ku bedeng bi reksê îfade dikir bû. tevî ku zêde hat ecibandin jî pir nehat nîşandan.”

‘Taybetiya wê ya rêbertiyê hebû’

Yukselê got xwişka wê Nursel ji xwişktiyê wêdetir hevala wê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me zarokatiyek xweş derbas kir. Em bi hev re dilîstin. Em 5 xwişk û birabûn. Me her tişt parve dikir. Nursel pir fedekar bû. her tiştê bikira serê xwe dikir. Di lîstikan der her tim wê pêşengtî dikir. Me bi zarokên taxê re lîstik dilîst, me pêşbirk pêk dianîn.”

‘Kampanya dabû destpêkirin’

Yukselê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Nursel di jiyana perwerdehî û hevaltiyê de gelek serkeftî bû. tevî ku Nursel ji nasnameya Kurd dur jiya jî di salên lîseyê de di têkoşînê de cihgirt. Nurselê wê demê aliyên polîtîk nas kir. Di dema şerê korfezê de ji bo Kurdên Başur kampanyaya cil û berdan dabû destpêkirin. Di demeke ku kesî nekaribû tiştekî bike wê kiribû.”

Yukselê di dawiya axaftina ev tişt anîn ziman: “Nurselê gelek ji helbestê hez dikir. Dema nû dest dibistanê kir pirtûka Nazim Hîkmet bir dibistanê û ji bo vê kesan li midûr gilî kiribû. lê wê xwe diparast. Ji Yenî Turku pir hez dikir. Min bi saya wê kaseta Metîn Kemal guhdar kir. Pirtûkên destpêkê min xwendin yên ku Nurselê anîbûn malê bûn.”