Jina Filîstinî Hesna, îlhamê ji berxwedana jinê digre û têkoşîna jiyanê dide

09:59

JINHA

KOBANÊ - Jina Filîstinî Hesna Hisên Îsa ya ku dayika xwe di temenek biçûk de wenda dike û bavê wê di şerê li Filîstinê de jiyana xwe ji dest dide, ji berxwedan û têkoşîna jina kurd îlham digre û diyar dike ku ew dixwaze zarokên wê li ser hîmê berxwedanê mezin bibin û vê dîroka azadiya gelan ji bîr nekin.

Kobanê bi berxwedana xwe re û pêşengtiya jinê ji berxwedanê re têkoşîna azadiya gelan bi hêz dike. Jina Fîlîstinî Hesna Hisên îsa di nava berxwedana Kobanê de fêrî jiyana birûmet bûye. Hesnayê di sala 1987'an de li Şamê ji dayîk bûye. Dayîka wê, di dema zayina wê de jiyana xwe ji dest dide, bavê wê jî di şerê Filîstînê de şehît dibe. Ew û birayê xwe yê biçûk li hember têkoşîna jiyanê ya dijwar xwe dispêrin mala dapîra xwe. Hesnayê di 15 saliya xwe de bi mêrek kurd ya ji Kobanê ye re dizewice. Hesnayê diyar kir ku ew li hember cudakariya netewan li ber xwe daye û wiha got: "Hevjînê min Ebdo mirovek pir baş bû, neheqî qebûl nedikir. Şevekê cîraneke me yê serxweş li mala xwe li hevjîna xwe dixist. Ebdo jî tehmula vê yekê nekir û çû tedaxûlî mijarê bû. Ebdo digot çanda me dest nade ku em li hember neheqiyeke wih bêdeng bimînim. Mêrê serxweş tebanca xwe derxist û gule li derdor barand. Yek ji van guleyan li lingê min ket. Ebdo xwe negirt û ew mêr li wir kuşt û 6 salan di girtîgeha rejîma Baas de ma."

'Ebdo nedikari bê welat û heval bijî'

Hesnayê da xuyakirin ku hevjînê wê Ebdo ji Kantona Kobanê û ji gundê Şêranê bû û wiha pê de çû: "Yekemîn zaroka min keç bû û dema Ebdo girtî bû, hat cîhanê. Min navê wê deynî Cemîle ji bo ku bextê wê vekirî be. 6 salên me bi zorî derbas bû. Heya Ebdo ji zîndanê derket. Em bi hev re hatin Kobanê. Aliyê waletparêziyê ligel hevjînê min pir xurt bû. Di destpêkê de Ebdo bi dizî diçû ba şervanên YPG'ê. Dema ez pê hesiyam, neçar ma hest û ramanên xwe bi min re parve bike û ji min re got 'Ez nikarim dev ji hevalên xwe û welatê xwe berdim. Ez nikarim axa welatê xwe ji dijmin re bihêlim.' Wiha jî tevlî têkoşînê bû. Keç û kurek min ya din jî çêbûn. Lê Ebdo kurê xwe Mistefa jî nedît. Ji ber dema tevlî hemleya Sirînê bû, şehîd bû."


'Rûyê koçberiye dijware, lê hêvî mezintir e'

19'ê Adara 2014'an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sewama navçeya Sirînê kirin, li wir Ebdo û hevalên xwe li dijî çeteyan li berxwe didin û jiyana xwe feda dikin. Sirîn jî dikeve destên çeteyan. Piştî 2 sal û 20 rojan Sirîn dîsa ji aliyê hêzên YPJ-YPG'ê ve hate rizgarkin. Hesnayê wiha dewam kir: “Dema Sirîn azad bû, ez çûm wir. Min 16 cenaze rakirin. Di nav wan de cilên Ebdo min nasî. Wê demê min bawer kir ku ew şehîd bûye. Mistefa bavê xwe nedît. Lê her pirsa wî dike. Ez li hember êşên jiyanê sekinîm."

Hesnayê anî ziman ku ew bi hersê zarokên xwe re heta demekê li gundê Şêranê dimîne û piştî şerê Kobanê giran dibe ew derbasî bakûrê Kurdistanê dibe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li wir 6 mehan ji bo zarokên xwe xwedî bikim di baxçeyan de min kar kir.Koçberî pir dijwar û zehmet bû, lê bi ruhe jinên berxwedêr min jî hêz girt û ez li pêşberî hemû zehmetiyan li ser lingan mam. Ez dîsa li hember êşên jiyanê sekinîm, vê carê zarokên min û çanda berxwedayîne li kêleka min bû. Lewma ez dev ji jiyanê bernadim, li hember hemû zor û zehmetiyên jiyanê, ez jî dibêjim 'şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û ez jî serê xwe natewînim."

‘Min xerîbî dît, bila zarokên min nejîn’

Hesnayê bi lêv kir ku piştî ew vegeriya Kobanê têkoşîna xwe ya jiyanê ji bo zarokên xwe li ser axa berxwedanê mezin kiriye û wiha pêl da gotina xwe: "Min gelek êşên dijwar ên xerîbiye dîtin. Ez naxwazim zarokên min vê bijîn. Ji ber vê yekê jî wan li ser wargehên berxwedanê mezin dikim. Ez niha li kampa Şehîd Şîlan ya malbatên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, dijîm. Di nav derfetên kêm de van zarokan mezin dikim. Kampa Şehîd Şîlan ji bo min û gelek malbatên din jî bû cihê jiyanê. Dayik û bavê Ebdo jî jiyana xwe ji dest dane. Tu agahiya min ji birayê min jî tune ye. Ez ji bo têkoşîna xwe ya jiyanê berdewam bikim, min dikaneke biçûk di mala xwe de vekiriye. Bi vî awayî ez jî kar dikim. Ez dixwazim Cemîle, Fewziye û Mistefa li ser axa welatên wan mezin bikim. Bila tu dayik zarokên xwe li xeribiye mezin nekin û zarokên xwe ne terikînin. Ez ê li vir ji zarokên xwe re bibim dayîk û bav. Wan tu carî na terikînim."