Jin li hember qeyrana aborî sûdê ji xwezayê digrin

10:01

Jiwan Bîtwênî /JINHA

SILÊMANÎ – Jin li bajarê Silêmaniyayê ji bo debara xwe pêk bînin, rojene ji gundên derdor yên bajêr gihayên cur be cur berhev dikin û li bazarê bajêr difroşin.

Jin li hember pergala desthilatdariyê ji bo ku aboriya xwe ya xweser avabikin, di nava şert û mercên giran de xebatek xwezayî pêk tînin. Jina bi navê Helaw her roj diçe gund û zozanên nêzî bajarê Silêmaniyayê, sebzeyên xwezayî û gihayên cur be cur berhev dike û li bazaran difroşe. Sebze û gihayên xwezayî ya ku jin bi destên xwe ya pîroz berhev dikin li bazarê rastî eleqeyek mezin tê. Helawê diyar kir ku ew li hember qirîzên aborî û siyasî ya li bajêr, ji xwezayê sûdê werdigrin û debara jiyanê dikin.