Jinên Kantona Cizîrê êrîşa dewleta tirk bi meşek girseyî şermezar kir
10:58
JINHA
DIRBÊSIYÊ- Jinên Kantona Cizîrê li hember êrîşên dewleta tirk ya li ser Rojava û girtina parlementên kurd yên li bakûrê Kurdistanê daketin qadê û meşek girseyî pêk anîn.
Her ku diçe êrîş û zextên dewleta tirk li ser têkoşîn û azadiya gelan zêdetir dibin. Li dijî destkeftiyên gelê kurd jî hemû planan bikar tîne. Êrîşên xwe li bakûrê Sûriyê û Tirkiyê jî hîn mezintir dike. Di pêvajoya dawiyê de gelek parlementerên kurd jî girtin. Li beramberî van êrîşan her ku diçe bertek jî zêdetir dibin û gelek çalakî pêk tên. Yek ji van çalakiyan meşa girseyî ya jinên Kantona Cizîrê ye. Jinên bajarê Dirbêsiyê, Amûdê, Serêkaniyê û Til Temir bi armanca şermezarkirina girtina parlementerên kurd li bakurê Kurdistanê berê xwe dan bajarê Dirbêsiyê û meşeke girseyî lidarxistin.
Meşa girseyî ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir. Jinan ji wir heya Qada Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê meşiyan. Di meşê de hevseroka Sîstema Federal Demokratîk a Rojava–Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif axivî. Hediyeyê diyar kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze şoreşa azadiyê di kesayeta jinan de tune bike û wiha domand: "Em siyaseta Tirkiyê ya li hember Partiya Gelên Demokratîk (HDP) bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku HDP'ê nûnertiya gel dike. Lê bi van tevgerên xwe ticaran ew ê nekaribin vîna gelê kurd û jina kurd tune bikin."
'Destkeftiyên gel bi pêşengtiya jinan hatine qezenckirin'
Bi navê Kongra Star Evîn Siwêd jî axivî. Evînê da zanîn ku faşîzma dewleta tirkiyê gihiştiye asteke bilind û wiha pê de çû: "Hikûmeta AKP'ê êrîşî rojavayê Kurdistanê dike. Her wiha li bakurê Kurdistanê jî êrîşî Şaredariyên Gel, çapemenî, rojnemevan û parlementeran dike. Êrîşê hemû destkeftiyên gel dike. Em weke jinên rojavayê Kurdistanê ticaran sekna jinên bakurê Kurdistanê bi şoreşa Rojava re jibîr nakin, bi taybet dema şerê Kobanê. Em ê her dem piştgiriya gelê bakur bikin, ev destkeftiyên gel jî bi pêşengtiya jinê hatine qezenckirin. Ji ber wê divê jin li keda xwe xwedî derkeve û heya dawiyê şer bike."
Meş bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.