Girîngiya 25'ê Mijdarê bi semînerek hat vegoti

11:46

JINHA

TIL TEMIR - Bi boneya Roja Cîhanî ya Şîdeta li ser jinê Koordînasiyona Jinên Rêveberiya Xweser bi alîkariya Desteya Perwerdeyê û Kongra Star semînerek ji şagirtên refên amadeyî yên dibistana Ednan Malikî re lidar xist.

Bi armanca danasîna dîroka jin û qonaxên destpêkirina şîdeta li ser jinê, Koordînasiyona Jinên Rêveberiya Xweser bi alîkariya Desteya Perwerdeyê û Kongra Star semînerek ji şagirtên dibistana Ednan Malikî ya bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê re organîze kirin. Semîner di çerçoveya bernameya 25 Mijdarê Roja Hevgirtina Şideta Li Hemberî Jinê hat pêk anîn.

Semîne bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û piştre li ser navê jinên Rêveberiya Xweser Madlên Xemîs axivî. Madlênê da zanîn ku jin di civaka xwezayî de mîna xwedawendan bû û wiha got: "Di civaka xwezayî de jinê bi afrêneriya xwe ya ji jiyanê re ji her kes re bibû xwedawend. Hemû warên jiyanê bi destê jinê dihatin birêvebirin. Wê demê tiştek bi navê desthilatdariyê tune bû. Paşê dema desthilatdariya mêr û şîdeta li ser jinê dest pê kir. Bi vê şîdetê û serdestiya mêr re hêdî hêdî hêza jin hat çewsandin û afrêneriya wê jê hate dizîn."

Ji Desteya Perwerdeyê û Kongra Star Berfîn Ehmed jî ji şagirtan re çîroka Roja Cîhanî ya Şîdeta li ser Jinê anî ziman û wiha got: "Çîroka vê rojê li cezîreyeke biçûk a bi navê Domînîkan ku li herêma Karîbî ye, qewimiye. Di dema serdestiya dîktator Troxîlo ya li wî welatî de, sê xwîşkên hev ku bi navê xwîşkên Mîrabal tên nasîn û li dijî sîstema Troxîlo ya dîktator têkoşîn kirin. Di rojekê de ku şahiyek hebû, Troxîlo xwest ku tecawizî yekê ji van xwîşkan bike ya bi navê Mînrîviya. Piştî wê bûyerê van hersê xwîşkan tevgerek bi opozisiyona li dijî sîstema Troxîlo ava kirin. Ev xwîşk di nava tevgera xwe de bi navê Pinpinîkan dihatin nasîn. Troxîlo ev gava wan qebûl nekir û hersê xwîşk xistin zindanê de, demekê di zindanê de man û hatin berdan, lê piştî ku hatin berdan ev her sê xwîşk di 25 mijdara 1960'î de bi destê kesên ne diyar bi awayekî hov hatin kuştin. Paşê hate zanîn ku bi fermana Troxîlo hatine qetilkirin. Piştî kuştina hersê xwîşkan bi şeş mehan Troxîlo jî hate kuştin."

Berfîn diyar kir ku xwîşkek din a xwîşkên Mîrabal hebû û wiha pê de çû: "Xwîşka wan a çaremîn çîroka hersê xwîşkan pêşkêşî cîhanê û bi her kesî da nasîn, çîroka Roja 25 Midarê jî ku Roja Cîhanî ya Şîdeta li dijî jinê ye ji vê bûyerê bingehê xwe digire ku tê de her sê xwîşkên Mîrabal li ser destê dîktator Troxîlo hatin kuştin."

Piştî çîroka her sê xwîşkan deriyê nîqaşê ji şagirtan re hate vekirin.