'Şîdeta li ser jinê şîdeta li ser civakê ye'

12:39

JINHA

KOBANÊ - Kongra Star di bin dirûşmeya "Şîdeta dijî jinê şîdeta li dijî civakê ye, em nirxê civaka xwe biparêzin" semîner û şano li taxa Şehîd Kawa û Mîktelê lidar xist.

Kongra Star bi tevlîbûna dehan jinên taxa Şehîd Kawa, taxa Miktelê û endamên Kongra Star Leyla Elî, Edle Bekir, Sara Xelîl û Xalîse Hec Ebdulqadir semînerek bi dirûşmeya "Şîdeta dijî jinê şîdeta li dijî civakê ye, em nirxê civaka xwe biparêzin" lidarxist. Her wiha di semînerê de şanoyek ji aliyê Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat pêşkêşkirin.

Di semînerê de pêşî rêveberiya Kongra Star Xalîse Hec Ebdulqadir axifî. Xalîseyê diyar kir ku şîdeta li ser jinê şîdeta li ser hemû civakê ye û wiha pê de çû: "Şîdeta li ser jinê ne ji niha ve destpêkiriye. Di kesayeta jinê de ev şîdet li ser tevahî civakê tê meşandin. Ji bo wê divê ne tenê jin li dijî vê şîdetê li ber xwe bide, berevajî pêwîste hemû civak li hember şîdetê bisekine û dawî lê bîne. Rêber Apo dibêje 'azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye'. Li ser vî bingehî divê hemû civak li hemberî şîdeta li ser jinê li ber xwe bide."

Di dawî de Şanoya "Jin Jiyan e" ji hêla Navenda Çand û Hûner ya Baqî Xido ve hate pêşkêşkirin.