Jinan pertek nîşanê girtina KJA'ê da
14:29
JINHA
ÊLIH - Yekîneyên KJA'ya Êlihê girtina komeleyên jinan ku hatin girtin bi daxuyaniyek şermezar kirin.
Yekîneyên KJA'ya Êlihê girtina KJA'yê û 370 komeleyên bi biryara KHK'ê hatin girtin, bi daxuyaniyek şermezar kirin. Di nav de Parlamenyera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî heyî bi dahan jinên ku li avahiya DBP'ê civiyan diyar kirin ku ew ê têkoşina azadiyê ji berê xurttir bikin û dê li ber xwe bidin. Parlamenter Saadet di daxuyaniyê de bal kişand ser giringiya têkoşa jinê û got ku dewleta tirk ji têkoşîn û berxwedana jinê ditirse, lewra bi her awayî êrîşê jinê dike. Saadetê ani ziman ku di berê de jin li qadan ji bo azadî û mafên xwe têdikoşiyan dê disa ji bi xurttir bin û azadiyê biqerin.
Hevseroka DBP'ê ya Êlihê Nurten Uzumcu jî girtina komeleyê KJA û Berdevka KJA'ê Ayla Akat Ata bi tund şermezat kir. Nurtenê destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê her tim heman e û wiha pê de çû: "Dewlet ji derbeya 15 Tirmehê heya niha bi her awayî êrîş dike. Bivê êrîşê dixwaze desthilatdariya xwe rewa bike. Lê em destûr nadin vê yekê û em ê têkoşina xwe berdewam bikin."