Meclisa Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta tirk şermezar kir
16:52
JINHA
AMÛDÊ - Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ) a bajarê Amûdê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava û Bakurê Sûriyê şermezar kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan têkîldarê êrîşên dewleta tirk ya li hember Rojava û bakûrê Sûriyeyê daxuyaniyek li Navenda meclisê ji bo raya giştî da. Di daxuyana Meclîsê ya ku ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ciwana Nîzar ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Ji despêka şoreşa Sûriyê ve hemû hêzên cîhanî ji bo guhertina demografî û veşartina rastiya herêmê berê xwe dane Sûriyeyê û bi sedema pirbûna van hêzan li Sûriyeyê qada şerekî cîhanî dest pê kir. Pêngava Xezeba Firatê jî li ser xwesteka gelê Reqayê hat destpêkirin.
Ji bo rizgarkirina Reqayê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên ku destekê didinê hemleya Xezeba Firatê ji hêla QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê ve hate destpêkirin. Ev hemle ji bo tolhildana şehîdan û jinên Şengalê ye. Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan li Rojava û Bakurê Sûriyeyê piştgiriyê didin û bi hemû imkanê xwe jî destekê didin operasiyona 'Xezeba Firatê'. Em tevde di wê baweriyê de ne ku wê hêzên me li Reqayê mîna ku li Minbic, Şedad, Kobanê û hemû herêmên Bakûrê Sûriyê biserketin, wê dîsa biserbikevin."
Di encama serkeftinên hêzên me de, li bakurê Sûriyeyê hêzên faşîst ên dewleta Tirkiyeyê û hêzên xwînmij ên girêdayî rêjîma AKP`ê ya ku destekê dide DAIŞ'ê xwe li hemberî van serkeftinan nagirin û bi çekên giran êrîşî sivîlên Efrîn bakurê Sûriyê kir. Her wiha rêjîma AKP`ê darbeyek li Bakurê Kurdistanê li ser sazî, şaredarî, çapemenî, parlementerên kurd û gelê me yê li wir jî daye destpêkirin. Ev kiryarên wan jî pêngavek dijî vîna bi milyonan gelê kurd û mirovên demokratîk e. Ev yek hemû mafên mirovan û mafên dadwarî binpê dike, lê li beramberî wê rêxistinên mafên mirovan bêdeng in."
Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan van êrîş û dijminahiya bi vîna gelê me re li Efrîn û dijminahiya bi hêzên Sûriya Demokratîk, her wiha derbeya li dijî gelê me li bakurê Kurdistanê lanet û şermezar dikin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Serhildan tolhildan azadi ji bo Rêberê netewî" bi dawî bû.