Li mêrdînê xebatên jinan yên 25 mijdarê dest pê kirin

18:37

JINHA

MÊRDÎN- Bi nêzîkbûna 25 mijdarê roja  navnetewî a li hemberî tundîyê têkoşîn navenda jinan a narîn dest bi xebatan kir.
Li mêrdînê bi boneya 25 mijdarê roja li hemberî tundîyê têkoşîn navenda jinan a narînê li  gundên navçeya stewrê dest bi xebatan kir.
Xebat li gundê kirdilekê bi civîna li gel jinan ve hate dest pê kirin. Di civînêde wateya roja  25 mijdarê û rola jinê a ciwakê de û têkoşîna jinên ezidi a li hemberî DAÎŞ'ê hat nirxandin.
Civîna jinan bi nirxandin û belavkirina desmalan bi dawî bû.
Li mêrdînê xebaten jinan a 25 mijdarê  dê heya 10 rojan li gund û navçeyan berdewam bike.