'Ev hemle tolhildana jinên Êzîdî û tevahî jinan e'
11:24
JINHA
REQA- Endama Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed têkîldarê hemleyê diyar kir ku armanca wan tolhildana jinên êzidî û hemû jinên ku di herêma Reqayê de hatine firotin e.
Bi armanca rizgarkirina bajarê Reqa û gundewarên wê, her wiha rizgarkirina sivîlan ji zilma çeteyên DAÎŞ'ê, di 5’ê mijadarê de QSD'ê dest bi hemleya "Xezeba Firatê" kir. Di encama şerê deh rojan de gelek gund û mezre, bi hezaran jin, zarok û ciwan hatin rizgarkirin. Têkildarê mijarê endama Odeya çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku armanca hemleyê ew e tarîtiya li ser gelê Reqayê were rakirin û tola hemû jinên ku di destê DAÎŞ'ê de dîl hatine giritn, bê rakirine.
'Armanca sereke rizgarkirina gelê bajêre'
Cîhanê da zanîn ku hemle di roja dehan de didome û wiha axivî: "Hemle di roja dehan de didome, di van deh rojan de gelek gund û sivîl hatine rizgarkirin. Ji xwe armanca me ya sereke ji vê hemleyê ew e ku em gelê xwe rizgar bikin. Her ku diçe jî hemle serkeftîtir dibe û em bi pêş ve diçin. Em ê wisa bidomînin heya ku em bajarê Reqa bi temamî rizgar bikin. Wekî tê zanîn bajarê Reqayê payîtexta DAÎŞ’ê ye. Li wir çete ne tenê ser Sûriyeyê li hember tevahî cihanê plan pêk tanîn."
'Ev pêngav derbeyek herî mezin ji hişmendiya DAÎŞ'ê re ye'
Cîhanê balkişand li ser jinên ku di destê DAÎŞ'ê de dîl hatine girtin û wiha domand: "Hemû jinên ku dîl ketine destê çeteyan de, li Reqayê tên firotin û li ser wan koletî tên ferzkirin. Em jî weke hêzên jin YPJ’ê ku cihê xwe di nava QSD'ê de digirin, vê hemlê ne tenê bi navê şikenandina DAÎŞ'ê binav dikin, ev pêngav derbeyek herî mezin ji hişmendiya DAÎŞ'ê re ye. Me jî ev yek armanc girtiye. Ji bo wê ev hemle tolhildana jinên Êzîdî ye jî."
'Ev hemle tolhildana jinên Êzîdî û tevahî jinan e'
Cîhanê destnîşan kir ku ew ê wek hêzên YPJ'ê li kur dibe bila bibe erka ji wan tê xwestin dê pêk bînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo rizgarkirina jinan her dem amade ne. Em ê ji bo tevahî jinên cîhanê têkoşînê bikin. Weke YPJ'ê em ê bibin hêza tevahî jinên cîhanê ku baweriya xwe pê bidin çêkirin. YPJ'ê heya niha jî ev yek îsbat kiriye ku her dem rola pêşengtiyê dilîze."