Zeynep Tanbay: Jin divê li dijî şer muxalefetek xurt ava bike
11:26
JINHA
STENBOL- Reksvan-kareograf Zeynep Tanbay balkişand ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku divê jin li dijî polîtîkayên şer muxalefetek xurt ava bikin û têbikoşin. Zeynebê diyar kir ku jin her tim li alî jiyan û jiyankirinê ne.
Reksvan-Kareograf Zeynep Tanbay pêvajoya siyasî û bandora wê ya li ser jinan nirxand. Zeynebê anî ziman ku encamên herî giran yên şer jin dijîn û divê jin li dijî şer muxalefetek xurt ava bike û têbikoşe. Zeynebê di berdewamiyê de gotinên Tayyîp Erdogan yên wekê ‘Musul jî Kerkuk jî aydê me ye’ bibîr xist û got ev gotin gelek bi xetere. Zeynebê wiha berdewam kir: “Ez wek welatiyekî li vî welatî dijîm gotinên serokkomar yên ji bo welatekî din rast nabîni. Ev gotineke dagirkere.”
‘Polîtîkayên zextên li dijî jinê ketin dewrê’
Zeynebê bi lêv kir ku bi pêvajoya tê jiyîn re polîtîkayên zextê li dijî jinan ketiye dewrê û balkişand ser gotinên serokkomar Tayyîp Erdogan yên li Trabzonê yên wekê ‘wek mêr mirin heye û wek madam mirin heye’ bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê hikûmetê ve her tim zimanekî serdest yê mêr tê bikaranîn. Ev gotinên qirêjin. Jinan wek kesên li malê li zarokan dinêrin, yên xwarinê çêdikin dibînin.”
‘Jin li alî jiyan û jiyankirinê ne’
Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin li alî jiyan û jiyankirinê ne. Çareseriya jinê ji bo xak û zarokên wan ne. biryarek dagirkirinê heye û welat çek hilgirtiye û bi wê rêde diçe. Di çapemeniyê de vê mezin dikin.”