Navendên tecawizê yên şerê Japonyayê: rastiya ku 50 sal şûnde hatiye vegotin
11:28
JINHA
STENBOL - Sekretera giştî ya Women’s Active Museum on War and Peace (Muzeya Jinan a Aktîf ya li ser Şer û Aştiyê) Mîna Watanabe sûcên zayendê navendên tecawizê û tecrubeyên jinan yên di demên şer de vegotin. Mînayê got behsa sûcên zayendê û sûcên şer nayên kirin û sedema vê ya herî girîng jî dewlete.
Women’s Active Museum on War Peace li bajarê Tokyo ya Japonyayê ye. sekretera wê Mîna Watanabe ku ji 1990’î de ye li ser tiştên ku jinan di pêvajoya şerê Japonyayê de xebat meşandiye di heman demê de tevlî Dadgeha Sûcên şer ya Navneteweyî ya li Hember Jinan a Ji boDoza Koletiya Seksê ya Artêşa Japonyayê pêk aniye. Mînayê şer, şîdeta zayendê û şerê Sûriyeyê nirxand. Mînayê diyar kir ku şerên niha li cîhanê tên meşandin li ser jinan tê kûrkirin û di şeran de jintî gelek zehmete. Mînayê bi lêv kir ku piştî şer bi dawî dibin jî travmayên tacîz û tecawizê ya jinan bi dawî nabe.
Mînayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan ki rku di pêvajoya şer de jin ji aliyê leşkerên Japon ve wek koleyên seksê hatine bikaranîn û wiha got: “Ji ber êrîşa zayenda sîstematîk jin nerehet bûne û lê ji bo van jinan gotina ‘jinên rehetkirinê’. Ji ber vê yekê dîrokiye û em jî wisa dibêjin.”
Navendên tecawizê- îstasyonên seksê
Mînayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mêran jib o êrîşa zayendî bi awayekî sîstematîk bidomînin navendên tecawizê ava kirine. Di şerê Japonyayê de jinên Japon ji bo leşkeran hatine şandin. Artêşa Japon li cihên ku diman ji bo leşkeran navendên tecawizê ava dikin.
Mînayê çîroka jineke Fîlîpînî ya di navenda tecawizê de maye vegot û wih agot: “Jinek mamosteye û ji wê re dibêjin biçe polek din. Di wê navberê de jinekê dibin navendekê. Sê çar rojan tecawiz dikin. tê terkirin. Bi meş tê mala xwe. Bi wê rewşê hewl dide bijî.
Me piştî demeke dirêj rewşa van jinan hîn kir. Ji ber ku jinan piştî demek dirêj şûnde ev bûyer vegotin. 50 sal şûnde axivin. Piştî ew axivin ji nûve hatin nîqaşkirin û nrixandin.
Mînayê balkişand ser rewşa şerê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û diyar kir ku di vê mijarê de ji bo xwe bigihînin rastiyan divê şer bi dawî be û got ji ber encamê bigirin ev rewşeke gelek zehmete. Mînayê diyar kir ku piştî şer bi dawî bibe dema jin axivîn dewlet ji bûyeran berpirsin û divê teqez jin tiştên ku jiyane bibin hiqûqû navneteweyî.