Li Agiriyê ji bo jinan qadên jiyanê yên alternatîf
11:29
JINHA
AGIRÎ Midûriyeta Polîtîkayên jinan a Şaredariya Agiriyê jib o jinan gelek xebat kirin û hewl didin pêşî li şîdeta li ser jinê bigirin û jin di her qadê de bên dîtin.
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Agiriyê ji bo şîdeta li ser jinan xebatek anketê pêk anî û şaredarî wê li ser daxwazên jinan projeyan pêş bixînin. Ozlem Gezgîn ya di midûriyeta polîtîkayên jinan de dixebite diyar kir ku piştî xebata sê mehan şûnde hema hem ali hemû taxan xebata anketê dane destpêkirin û xwe gîhandine hezar jinî.
‘Pirsgirêka herî mezin a jinan şîdete’
Ozlemê anî ziman k udi çarçoveya anketê de bi jinên koçber bûne re hevdîtin kirine û got: “Rewşa jinan hema hema wek hev bû. rewşa wan ya aborî jî nêzî hev bû. mirov dikarin şîdeta ku dîtine jî bipîvin. Şîdet pirsgirêka herî mezin bû. jin rastî her cureyê şîdetê tên.
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek midûriyet wê gelek projeyan bikin jiyanê û ji bo îstîhdama jinê wê bufeyên ku tenê jin bixebitînin vebikin.
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir k udi jiyanê de dîtina jinê mijarek girînge û anî ziman ku ew hewl didin projeyên alternatîf bikin jiyanê û esnafên jin wê rengê bajar biguherin.